Hêzên ewlehiyê mayînek ku di mizgefê de hatibû bicihkirin bê bandor kir

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li ser agahdarkirina welatiyekî ku mayînekî li mizgeftekê li herêma Siwer a gundewarên Dêrazorê heye, mudexele kirin û mayîn bê bandor kirin.

Hêzên ewlehiyê mayînek ku di mizgefê de hatibû bicihkirin bê bandor kir
6 îlon, 2018   13:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser agahiya welatiyekî ku madeyek bi guman li mizgeftekê li herêma Siwer a gundewarên Dêrazorê hatiye bi cihkirin , Yekîneya Endezeyê ya Bêbandorkirina mayînan a girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn mudexele kir û mayîn bê bandor kir.

Li gorî daxuyaniya ku Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn ku li ser malpera xwe weşandibû, Yekîneya Endezeyê ya Bêbandorkirina Mayînan li ser wê agahdariyê berê xwe da mizgeftê û derdora wê girtin da ku ziyan neghêje welatiyan û dest bi kontrolkirina madeya bi guman kir. Pisporê made teqemeniyê diyar kir ku made1.0 kg e.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn bang li welatiyan kirin ku dema tiştên bi guman dîtin hêzên wan agahdar bikin.

(şx)

ANHA