Li dijî nexweşiya laşmaniya kampanya hişyarkirinê

Heyva Sor a Kurd bi desteka Rêxistina MENETOR li herêma Firatê kampanya hişyarkirinê ji nexweşeya laşmanyayê da destpêkirin.

Li dijî nexweşiya laşmaniya kampanya hişyarkirinê
6 îlon, 2018   13:14

KOBANÊ

Endamên Heyva Sor a Kurd belavokên der barê çawaniya xweparastina ji nexweşiya laşmanyayê, rêbazên dermankirinê, navendên ku ev nexweşî lê tê tedawîkirin li welatiyên herêma Firatê (Kobanê û Girê Spî) belav dike.

Tê payîn ku dê kampaniyê 10 rojan dewam bike, di gel belavkirina belavokên hişyarkirinê endamên Hevya Sor a Kurd serdana malbatên dikin.

Kampaniya hişyarkirinê ji aliyê 60 endamî ve bi rêve diçe, endam li Kobanê, Sirîn, Girê Spî û Eyn Îsayê belav dibin.

Rêxistina MENTOR piştî bidawîbûna kampanyayê dê dermanê nexweşiyê li navendên tenduristiyê li herêma Firatê belav bike.

Nexweşiya laşmaniya çermî ku ji kelmêşa biçûk derdikeve, du salên dawîn belav bûye.

(jo)

ANHA