Li Mergeda avakirina komînan didome

Avakirina komînan li bajaroka Mergeda ya kantona Hesekê berdewam e. Di vê çarçoveyê de li gundên Iliwa Şemsanî û Deşîşa  6 komîn hatin avakirin.

Li Mergeda avakirina komînan didome
Li Mergeda avakirina komînan didome
Li Mergeda avakirina komînan didome
Li Mergeda avakirina komînan didome
6 îlon, 2018   15:30

HESEKÊ

Bi armanca avakirina komînan li gundê Iliwa Şemsanî û gundê Deşîşayê civîn hatin lidarxistin.

Civîn bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin li darxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin. Di civînan de rola kamîn di rêxistinkirin civakê û çareserkirina welatiyan de hatin destnîşan kirin, her wiha erka edamên komînan hate şîrovekirin.

Li gundê Iliwa Semsanî yek komîn û gundê Deşîşayê 5 komîn hatin avakirin. Her wiha hevserok hatin hilbijartin û komîteyên "Lihevanîn, Ciwan, Xizmetguzarî, Parastin, Aborî û Jin" hatin avakirin.

Civîn bi bersivdayîna pirsên şêniyên der barê komînan de bi dawî bûn.

ANHA