Sîham Qeryo: Rêveberiya nû dê bi hemû berpirsyarên xwe rabe

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo di dawiya civînê de diyar kir ku rêveberiya nû dê bi hemû berpirsyarên xwe di qonaxa bê de rabe û dê kordîneyê di navbera rêveberiyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de pêk bîne û hemû astengiyên li pêşiya gelên Bakurê Sûriyeyê derdikevin çareser bike.

Sîham Qeryo: Rêveberiya nû dê bi hemû berpirsyarên xwe rabe
6 îlon, 2018   11:23

GIRÊ SPÎ

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi endamên rêveberiyên xweser û sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re civiya da ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike. Di civînê de hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo axivî.

Sîham Qeryo di axaftina xwe de got:Piştî serkeftinên mezin ên Hêzên Sûriya Demokratîk û berfirehbûna kar û xebatên rêveberiyên xweser û sivîl ji bo pêşxistina kar di navbera van rêveberiyan de ji bo hemû pêdiviyên welatiyan bêne pêkanîn. Piştî ku Komîteya Amadekar a damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe bi dawî kirin. ev rêveberî bi hevkariya hemû rêveberiyên xweser û sivîl ên hemû pêkhate û hêzên niştimanî hate avakirin.ʺ

Sîham Qeryo di dawiya axaftina xwe de got ku ev rêveberiya nû hatiye avakirinê dê bi hemû berpirsyariyên xwe yên qonaxa bê rabe û dê kordîneyê di navbera van rêveberiyên xweser û sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bike û dê hemû astengiyên li pêşiya gelên Bakurê Sûriyeyê derdikevin çareser bike û xebatên xwe ber bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî ve berdewam bike.

ANHA