Di pêngava Berxwedana Serdemê de, 2 çeteyên din hatin kuştin

YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiya hêzên wan li gundê Dîkmedaş ê Efrînê de, du çete hatin kuştin.

Di pêngava Berxwedana Serdemê de, 2 çeteyên din hatin kuştin
6 îlon, 2018   11:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Di dîroka 5`ê Îlonê de hêzên me li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî Cebhet el-Şamiye ku 4 çete tê de bûn û 1 jê berpirsiyarê bazirganê koma çete ya zeytûn, mal û milkên ku hatine dizîn bû, li gundê Dîkmedaş a girêdayî navçeya Şera çalakiyeke bi bandor pêk anîn. 

Di encama çalakiyê de seyare bi giştî hate îmhakirin, 2 çete hatin kuştin û çeteyê berpirsê bazirganiyê û çeteyek din birîndar bûn. Navên çeteyên ku di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndarkirin wiha ne: Hisên Elîto (Til Rifat), Mazin Çawiş (Şam), Emer Kino (Ezaz), Ebdilrehman el-Cadir (Cerablus).ʺ

(kc)