Hejmara welatiyên ku ji Idlibê dirivin zêde dibe

Ji ber ku hêzên rêjîma Sûriyeyê dest bi amadekariyên êrîşên li ser Idlibê dike, ji ber vê yekê şêniyên derdora Idlibê dirivin û hejmara wan roj bi roj zêde dibe.

Hejmara welatiyên ku ji Idlibê dirivin zêde dibe
6 îlon, 2018   11:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê hêzên rêjîma Sûriyeyê herêmên gundewarên başûrê û başûr rojhilatê Idlibê topbaran kirin. Her wiha hêzên rêjîma Sûriyeyê hidek bajarok û gundên El-Xwîn, El-Temana, Cercenaz, Merşemarîn û hindek deverên din herêmê topbaran kir.

Navanda Çavdêriyê destnîşan kir ku li herêmên di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyeyê de dengê teqînan hatin bihîstin. Çavkaniyan tekez kirin ku teqîn ji ber êrîşên bi mûşekan çêbûn. Di encama wê de zererên madê çêbûn û tu agahî der barî ziyanên mirovahî nehatin bidestxistin.

Her wiha hêzên rêjîma Sûriyeyê şeva Çarşem – Pênşemê bi awayekî dijwar derdora herêmên Cebel El-Turkman, Cebel El-Ekrad ên gundewarên bakur – rojhilatê Lazqiye, herêmên Sehil El-Xab, gundewarên rojavayê bajarê Cisir El-Şixûr topbaran kirin. Tu agahî der barî ziyanên mirovahî heta niha nehatin bidestxistin.  Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê careke din herêmên bajaroka El-Hebît a gundewarên başûrê Idlibê û derdora wê topbaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriyê destnîşan kir ku bi sedan sivîl ji herêmên başûr – rojhilatê parêzgeha Idlibê ber bi bakur ve koçber dibin da ku xwe ji êrîşên rêjîma Sûriyeyê ku nêz bûne, biparêzin.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê ji beriya çend heftiyan alîkariyên leşkerî ber bi derdora Idlibê ve dişîne û amadekariyên êrîşên li ser Idlibê dike. Bi vê yekê metirsî heye ku li wê derê karîstên mirovahî pêk werin.

Piştî ku hêzên rêjîma Sûriyeyê ji saetên sibê ve herêmên başûr – rojhilatê Idlibê topbaran kir, ji ber wê şêniyên wan herêman koçber dibin. Di encama topbaranê de 6 kes birîndar bûn.

(bx)