Hiqûqnasên jin ên Efrînê: Bêdengiya aliyên têkildar azarên jinan zêde dike

Hiqûqnasên jin ên Efrînê destnîşan kir ku dewleta Tirk ola îslamê îdia dike û di heman demê de fihûş û bazirganiya jinan di nav gelê xwe de serbest dike. Her wiha tekez kir ku bêdengiya aliyên têkildar azara jinan li Efrînê, haletên kuştin û destavêtinê zêde dikin.

Hiqûqnasên jin ên Efrînê: Bêdengiya aliyên têkildar azarên jinan zêde dike
6 îlon, 2018   07:50

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê di dirêjahiya 58 rojan de Efrînê li êrîşên dagirkera Tirk li berxwedan û bi taybet jin. Jin bi lehengî li hember êrşan li berxweda. Di encama topbarana hovane de 59 jinan jiyana xwe ji dest da û 104 jin jî birîndar bûn.

Piştî dagirkirina Efrînê rewşa jinê dijwartir bû. Jin rastî hemû cureyên tundiyê weke kuştin, destavêtin, bazirganiya jinê, astengî, paşdexistina asta xwendinê, koçberbûn, zewaca biçûk bi darê zorê û revandinê hat. Hejmara jinên ku li Efrînê hatine revandin gihaşt 119 jinan û ev hejmar roj bi roj zêde dibe.

Têkildarî vê mijarê ajansa me bi hejmarek hiqûqnasên jin ên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, hevpeyvîn çêkir.

Hiqûqnasa bi navê Evîn Hec Hemo got: "Şêniyên Efrînê dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê qebûl nekirin, ji ber wê ji Efrîn derketin û jiyana kampan pejirand."

Evîn gotinên xwe wiha domandin: "Dagirkera Tirk û ji destpêka êrîşên xwe ve, jin bi hemû binpêkirinên ne exlaqî hedef girt. Ev isbat dike ku dagirkera Tik li hember vîna jina azad a Efrînê lawaz e."

Ji aliyê xwe ve hiqûqnasa bi navê Tûlîn Mihemed diyar kir ku ji ber girêdana jinê bi xakê re li Efrîn man û hinek din jî ji ber topbaranê nikarîbûn ji Efrînê derketana. Lê niha ji ber binpêkirinên dagirkera Tirk azaran dikişînin.

Tirkiye îslamê bi kar tîne

Di berdewama gotinên xwe de Tûlîn destnîşan kir ku dewleta Tirk îslamê îdia dike û ol wekî perdeyekê ji bo nixmandina binpêkirinên xwe yên ne mirovî bi kar tîne û di heman demê de diyardeya fihûşê di nav gelê xwe de ruxset dike.

Banga lezgîn ji bo hemû rêxistinên hiqûqî

Di dawiya axaftina xwe de Tûlîn bang li rêxistinên mirovî û yên pisporê kar û barên jinan kir ku ji bo rê li ber binpêkirinên dagirkera Tirk der heqê jinan bigirin mudaxele bikin û wiha got: "Binpêkirinên dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî wê der heqê jin li Efrînî li dijî qanûn navdewletî ne û bêdengiya aliyên têkildar, azarên jinan li Efrîna dagirkirî zêde dikin."

Komîteya Dadgeha Civakî ya Kantona Efrînê, piştî dagirkeriyê, binpêkirinên dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî wê der heqê jinan de belge dike û ji aliyên têkildar û mafî yên cîhanê re dişîne. Lê heta niha tu bertek ji wan aliyan derneketin.

(şx)

ANHA