Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyên 3 şehîdan oxir kirin û li goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
Şêniyên Kobanê 3 şehîd oxir kirin
4 îlon, 2018   19:32

KOBANÊ

Şervana YPJ‘ê Nehîde Cuma (Amargî Tolhildan) a ji Dêrazorê û şervanê QSD‘ê Farûq Mihemed (Dilgeş Kobanê) di 2'yê Îlonê de ji ber teqîna mayînên bermahiya DAIŞ'ê de şehîd bibûn, şervanê YPG‘ê Mihemed Xezal ê ji Efrînê ku li herêma Firatê şehîd bibû.

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl, şervanên YPG/YPJ'ê, QSD'ê û hêzên Ewlehiya Hundirîn beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyên her sê şehîdan ku li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hatin veşartin bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û toranan leşkerî ji aliyê YPG, YPJ û QSD‘ê ve dest pê kir.

Piştre hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ismat Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbatên her sê şehîdan xwest û wiha got: "Em bi şehîdên xwe ji hemû herêman ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin serbilind in. Bi sya fedekariya wan em niha jiyanek bi rumet û jiyana hevbeş dijîn. Em soza şopandina rêya şehîdan didin."

Ji aliyê xwe ve endama Komîteya Têkiliyên Leşkerî yê YPG'ê Ebdo Çêlo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û ji tevahiya gelê Bakurê Sûriyeyê xwest. Her wiha Ebdo her wiha bal kişnad li ser yekgirtina gelê herêmê li hember êrîşên çete û dagirkeran û destnîşan kir ku bi saya yekîtî û têkilbûna xwîna keç û xortên hemû gelên Bakurê Sûriyeyê, herêm ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû û bi heman wê rihî û yekîtî dê Efrîn ji dagirkera Tirk û çeteyên wê bê rizgarkirin. Di dawiyê de Ebdo soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Li ser navê Malbatên Şehîdan a herêma Reqayê Ibrahîm Abdulah axivî û rola şehîdandi xelasiya gelên herêmê ji tarîtiya DAIŞ'ê de û avakirina civakek azad û demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş destnîşan kir.

Di dawiya axaftinan de wesîqyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Girseya gel di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan cenazeyên şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA