Piştî xwepêşandanan Yemenê zêdekirina mûçeyan erê kir

Hikumeta Yemenê zêdekirina mûçeyên ji bo bi hezaran karmendên beşên giştî erê kir. Zêdekirina mûçeyan piştî xwepêşandanên demdirêj pêk hat.

Piştî xwepêşandanan Yemenê zêdekirina mûçeyan erê kir
3 îlon, 2018   08:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama daketina nirxê riyalê Yemenê de rewşa jiyanî aloz bû û welatiyên bajarê Edenê xwepêşandan li dar xistin. Li gorî ajansa Fransayê AFP'ê piştî van xwepêşandanên gel ku banga zêdekirina mûçeyan dikir, hikumeta Yemenê di civînekê de li Riyadê bi serokatiya Ebidrebo Mensûr El-Hadî ku ji sala 2015'an ve li Siûdiyê dimîne, biryar da ku mûçeyên karmendên beşên giştî zêde bike.

Di encama paşveçûna aborî û ambargoya li ser bender û balafirgehan ên di bin serweriya hêzên Hûsî de hişt ku welatiyên Yemenê di rewşeke jiyanî ya dijwar de bijîn û nikaribin xwarin û vexwarina xwe peyda bikin.