Li Eyn Îsa 105 şervan tev li QSD'ê bûn

Hêzên Sûriya Demokratîk 3 dewreyên perwerdeyê yên nû li 3 navendên akademiyên li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Girê Spî, bi merasîmekê vekirin.

Li Eyn Îsa 105 şervan tev li QSD'ê bûn
3 îlon, 2018   08:24

GIRÊ SPÎ

Akademiyên leşkerî li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê, 3 dewre ji fermandar û şervanên ku tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûne, vekirin.

Akademiya Şehîd Lorans dewreya heftemîn ji bo fermandarên QSD'ê vekir, dewre bi navê şehîd Ehmed Mihêmîd hate vekirin û 55 fermandar tev li perwerdeyê bûn.

Her wiha di akademiya şehîd Sariya Ronahî de dewreyek taybet ji sekvanan re hate vekirin û 30 şervan tev li dewreya şehîd Hozan Dirbesiyê bûn.

Li Akademiya Şehîd Feyad El-Şeblî, dewre bi navê Şehîd Mezlûm Qamişlo ku 20 şervan tev lê bûbûn, hate vekirin.

Li gorî rêveberiya akademiyan dê her sê dewre 40 rojan dewam bikin û dê waneyên bîrdozî û leşkerî werin dayîn. Merasîmên vekirinê bi beşdarbûna bi dehan fermandarên QSD'ê û endamên komîsyonên perwerdeyê hate lidarxistin.

Di merasîmê de endamên ku tev li perwerdeyê bûne sond xwarr ku erka xwe ya leşkerî bi awayekî baş pêk bînin.

(jo)