Iraqiyan biloka mezintirîn di parlemanê de ragihand

Du komên siyasî yên Iraqê ragihand ku wan du hevbendî di parlemana Iraqê de ava kirine û her yek ji wan dikare hikumetê ava bike. Di heman demê de parleman îro yekemîn rûniştina xwe li dar dixe.

Iraqiyan biloka mezintirîn di parlemanê de ragihand
3 îlon, 2018   08:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerên bi serokatiya Muqteda El-Sedr û serokwezîr Heyder Ebadî ragihand ku wan hevbendiyeke ku dê nûnertiya biloka mezintirîn di parlemanê de bike, ava kiriye. Bilokeke din a bi serokatiya Hadî El-Amirî û serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî jî ragihand wan hevbendiyeke taybet bi xwe ava kiriye û dê bibe biloka mezintirîn di parlemanê de piştî ku hin parlementerên din beşdarî wê bibin.

Parlemana Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê û tê payîn îro yekemîn rûniştina xwe li dar bixe da ku serokê nû yê parlemanê hilbijêre û çalakiya avakirina hikumetê bide destpêkirin.

Hilbijartinên Iraqê di Gulana borî de hatin lidarxistin lê ji ber nakokiyên girêdayî jinûve veqetandina dengan encamên dawî yên hilbijartinan heta meha borî hatin derengxistin.

Li gorî encamên hilbijartinan Muqteda El-Sedr 54 kursî, El-Amirî 48 kursî, El-Ebadî 42 kursî û El-Malikî 25 kursî wergirtin.

Li gorî belgeyekê ku ajansa nûçeyan a Iraqê weşandiye, hevbendiya El-Sedr û Ebadî ji 187 parlemanterên 20 lîsteyên hilbijartinan pêk tê û êdî ev hevbendî dikare hikumeta nû ava bike.

El-Amirî û El-Malikî civîneke çapemeniyê ya hevbeş duh li dar xist û tê de ragihand ku ew xwedî biloka mezintirîn di parlemanê de ne ku 145 kursiyan digire nava xwe.

Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) beşdarî van her du hevbendiyan nebûne û ew xwedî 43 kursiyên parlemanê ne û karibe roleke girîng di vê mijarê de bilîze.