Çalakiyên roja duyemîn a Mihrîcana Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû

Çalakiyên roja duyemîn a Mîrhrecana Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû. Gelek komên zarokan ji deverên cuda yên herêma Firatê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Çalakiyên roja duyemîn a Mihrîcana Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû
2 îlon, 2018   14:54

KOBANÊ

Mîhrecan li Navenda Çand û Hunerê a Baqî Xido ya bajarê tê orgenîzekirin.

Gelek komên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Turkman û Çerkes ji gelek deverên herêma Firatê û Minbicê beşdarî mihrîcanê dibin.

Di roja duyemîn a mihrîcanê de gelek kom beşdar bûn û hunerên xwe pêşkeş kirin. Komên beşdar ev in: Komên şano û stranan ên girêdayî Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê, komên bajarê Girê Spî ya govendê û helbest û stran, her wiha komên Hîlala Zêrîn ya govendê, koma Ş.Arîn Kobanê ya stranê, koma navenda El-Qenayê ya şanoyê, koma baxçeya Şîran a stranan û koma Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê.

Her wiha çalakiyên mihrîcanê dê du rojên din berdewam bikin.

(şx)

ANHA