Şêniyên navçeya Çelebiyê bi gazinc in û şaredarî çareseriyê eşkere dike

Şêniyên navçeya Çelebiyê bang li Şaredariya Gel a navçeyê kirin ku ne tenê riyên sereke, lê belê riyên şaxî ku gundan dighînin hev, çêbike. Şaredarî jî ji şêniyan re tekez kir ku wan ji bo çêkirina riyên gundan planzasiyek danîne û dê di demek nêz de destpê bike.

Şêniyên navçeya Çelebiyê bi gazinc in û şaredarî çareseriyê eşkere dike
Şêniyên navçeya Çelebiyê bi gazinc in û şaredarî çareseriyê eşkere dike
Şêniyên navçeya Çelebiyê bi gazinc in û şaredarî çareseriyê eşkere dike
Şêniyên navçeya Çelebiyê bi gazinc in û şaredarî çareseriyê eşkere dike
Şêniyên navçeya Çelebiyê bi gazinc in û şaredarî çareseriyê eşkere dike
2 îlon, 2018   08:35

SEMÎRA DAWÛD/GIRÊ SPÎ

Navçeya Çelebiyê girêdayî herêma Sirîn a Kantona Kobanê ye. Ji ber paşguhkirina herêmê di hemû waran de di dema serweriya rêjîmê de, zehmetî kişand. Her wiha av jî ne gihand herêmê. Ev jî bi xwe re barê meclisên herêmê zêde dike.

Şêniyên gundên navçeya Çelebiyê ji bo veguhestinê di nav bera gundan de gelek zehmetiyan dikşînin.

Welatiyê bi navê Cemal Mihemed ji şêniyên gundê El-Şîxalî yê ku dikeve bakurê Çelebiyê, ji ajansa me re axivî û wiha got: "Riya di nav bera gundê me û gundê ku 8 km ji me dûr e, ji bo veguhestinê ne guncew e. Piraniya erebeyên gund ji ber ne başiya rê xirab bûne."

Cemal bang li şaredariyê kir ku li ser vê pirsgirêkê bisekine û çareser bike.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mislim Şêx Hisên ê ji gundê Xirb Saronc ê ku dikeve rojhilatê Çelebiyê diyar kir ku wan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelek caran serî li şaredariyê dane, lê şaredarî daxwaza wan bi cih ne aniye.

Têkildarî heman mijarê welatiyê bi navê Celal Birco yê ji gundên rojhilatê Çelebiyê got: "Şaredarî dest bi çêkirin û qîrkirina riya sereke, şaxî yên navçeyê û hinek riyên gihandinê di nav bera gundan. Ji ber wê şêniyên herêmê ji ber ne çêkirina riyên gundên wan hêrs bûn û tevlihevî di nav bera wan de çêbûn."

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Celal diyar kir ku şêniyên herêmê û ji bo çêkirin û qîrkirina riyên gundên wan dê lêçûnên xebatê di nav hev de kom bikin.

Girêdayî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Çelebiyê Adile Faris got: "Pirtirîn giliyên ku em ji şêniyan digirin, pirsgirêkên çêkirina riyan in. Em hewl didin ku li gorî derfetên heyî li ser rexneyên şêniyan bisekinin û daxwazên wan bi cih bînin."

Adile diyar kir ku wan beriya hefteyekê 3 alavên xizmetguzariyê (2 qelab û tirkesek) ji Şaredariya Gel a Kantona Kobanê wergirtine û dest bi projeya qîrkirina riyên sereke kirine û piştre riyên navgîna gundan li gorî derfetan dê çareser bikin.

(şx)

ANHA