Xebatên Komîteya Lihevanînê ya Eyn Îsayê

Li ser bingeha 'lihevanîn hosteya çareseriya pirsgirêkan‘ Komîteya Lihevanînê ya navçeya Eyn Îsa 124 doz ji 139 dozan.

Xebatên Komîteya Lihevanînê ya Eyn Îsayê
Xebatên Komîteya Lihevanînê ya Eyn Îsayê
Xebatên Komîteya Lihevanînê ya Eyn Îsayê
2 îlon, 2018   08:20

MIHEMED EL-EHMED-TIRKÎ EL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê di de 20'ê Kanûna 2017'an de di çarçoveya hilbijartinên Meclisên Herêmî de 3 endamên Komîteya Lihevanînê hilbijartin. Komîte di serî Çileya îsal de dest bi xebatê kir.

Komîte li gorî razîbûnên şêniyan 124 doz ji 139 doz çareser kiriye. Her wiha 15 doz li ser daxwaza xwediyên dozê veguhestiye dadgehê.

Piraniya dozên ku komîteyê çareser kirine dozên tol, çandiniyê, avahiyan, dozên malbatî weke berdan û zewac, mîrat û hwd.

Endamê Komîteya Lihevanînê ya navçeyê Mihemed Hêder(Heyder) dibêje: "Ji ber taybetmendiya herêmê ya êlî, gelek pirsgirêk bi rêya lihevanîn çareser dibin."

Her wiha Hêder diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan, kevneşopiyên(urf û adetên) herêmê di ber çavan re derbas dikin.

Hêder gotinên xwe wiha domand: "Ji destpêka xebatê komîteyê me bingeha 'lihevanîn hosteya çareseriya pirsgirêkan e' ji xwe re bingeh girt û hemû pirsgirêk li gorî wê çareser kir." 

Hêjayî bi bîrxistinê ye, Komîteya Lihevanînê di 15'ê Tebaxa îsal de bi Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Dada Civakî ya navçeya Eyn Îsayê re bûne yek û xebat ji aliyê 6 endaman ve tê meşandin.

(şx)

ANHA