Têkildarî 1‘ê Îlonê daxuyaniyên cuda

Bi wesîleya 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ji aliyê Meclisa Kantona Qamişlo, saziyên civaka sivîl ên navçeya Til Hemîs û Rêxistisna Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê ve daxuyanî hatin dayîn.

Têkildarî 1‘ê Îlonê daxuyaniyên cuda
Têkildarî 1‘ê Îlonê daxuyaniyên cuda
Têkildarî 1‘ê Îlonê daxuyaniyên cuda
Têkildarî 1‘ê Îlonê daxuyaniyên cuda
1 îlon, 2018   13:30

QAMIŞLO

Meclisa Kantona Qamişlo bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyanyek dan. Daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Kantonê ya rojhilatê bajrê Qamişlo ji aliyê endamê meclisê Abdullrezaq Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêkanîna projeya netewa demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate dayîn çareseriya alozî û şerê li herêmê û wekeviya di navbera jin û mêr de ye.

Her wiha meclisên gel ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Qamişlo roja Aştiyê ya Cîhanî silav kirin û tekez kirin ku Sûriyê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, pêwîstiya wan bi aştî û aramiyê heye, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tena xwe dikare şerê li herêmê rawestîne û aştî û wekheviyê di navbera gelan de belav bike û tiştên ku li Rojava – Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin hemû bi saya biratiya gelan û çanda netewa demokratîk e.

Rêxistina Mafê Mirovan

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Mafê Mirovan a  daxuyaniye ji bo raya giştî da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan Evîn Cûma li navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate xwendin. Endamên rêxistin û Yekîtiya Oldaran Îsalmî ya herêma Cizîrê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de bang li hemû gelên cîhanê hate kirin ku şer û tevlîheviya herêmê bidawî bike, parastina mafê mirovan bike da ku herêm bi aştî û aramî bijî.

Her wiha bang li hemû welatiyan kirin ku mafê xwe di aştiyê de biparêze û ji xwe re weke armancekî esas bigre da ku bi aramî û aştî bijî.

TIL HEMÎS

Saziyên civaka sivîl û meclisên herêmî yên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, têkildarî 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang aşîtiyê û pêkanîna diyalogan ji bo avakirina pêşerojeke aştî li tevahî cîhanê.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl, komîn û meclis hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di dema ku em li vir kom bûne ji bo Roja Aşîtiyê ya Cîhanî de gelek welatên cîhanê, bi taybet Sûriyeyê di nava êş û azaran de ne, wêrankirin, kuştin û xirabkirin rû didin. Bajar bûne cihê tirsê, kanî bajarê Harûn Reşîd, kanî bajarê kelehê Tedmur, Helbiya û Zelebiya ev der bûna cihê kuştin û wêrankirin. Wekî gelê Sûriyeyê me parçeyekî giranbuha li ber dilê xwe, Efrîn, warê zeytûnan, bajarê aşîtiyê winda kir. Em ji cîhanê re dibêjin ji van binpêkirinan ka dengê we.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin avêtin û kevokên aşitiyê hatin berdan.

Girese paşê berê xwe dana navçeya Tirbespiyê da ku beşdarî meşa 1‘ê Îlonê bibin.

(ekîp)

ANHA