′Felsefeya Ocalan dikare aştiyê di nav gelê herêmê de belav bike′

Gelê navçeya Tirbespiyê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavkirina aştiyê li hemû herêmê kir û diyar kir ku felsefeya Ocalan bi tena serê xwe dikare şerê li herêmê bi dawî bike û aştî û wekheviyê di navbera gelan de belav bike.

′Felsefeya Ocalan dikare aştiyê di nav gelê herêmê de belav bike′
′Felsefeya Ocalan dikare aştiyê di nav gelê herêmê de belav bike′
′Felsefeya Ocalan dikare aştiyê di nav gelê herêmê de belav bike′
′Felsefeya Ocalan dikare aştiyê di nav gelê herêmê de belav bike′
1 îlon, 2018   10:43

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daketin qadan. Şêniyan bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwediyê felsefeya aştiyê rakin, aştiyê li herêmê belav bikin û wiha got: “Dem hatiye ku gelê Efrînê li warê xwe vegere."

Meş ji ber Akademiya Şehîd Yekta Herekol dest pê kir û ber bi sûka navendê ve meşiya. Gelê Tirbespiyê; Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî tev li meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin hildan. Girseya gel dirûşmên 1 “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê ji xaka Sûriyê re” berz kirin.

Meş li pêşiya navenda Kongreya Star veguherî mitîngê. Paşê daxuyanî bi navê Meclisa Kantona Qamişlo ji aliyê yek ji rêvberên Meclisa Navçeya Tirbespiyê Elî Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şerê li Rojhilata Navîn lêvegereke wê ji beriya 500 salî heye û hate destnîşankirin ku civaka demokratîk ku bi pîvanên demokratiyê dihat naskirin, veguherî civakeke desthilatdar û kesan dike koleyê xwe, şerê siyasî di dîrokê de şerê di navbera kesên ku pîvanên mirovahiyê dixin bin desthilatdariya xwe û di navbera kesên ku li dijî desthilatdariyê û koletiyê derdikevin.

Her wiha di daxuyaniyê de Roja Aştiyê ya Cîhanî hate silavkirin û hate tekezkirin ku Sûriye di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û pêwîstiya wan bi aştî û aramiyê heye û felsefeya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bi tena serê xwe dikare şerê li hermê bi dawî bike û aştî û aramiyê di navbera gelên herêmê de belav bike.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina Roja Aştiyê ya Cîhanî û silavkirina Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bx)

ANHA