YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re nasnameyên 5 şehîdan aşkera kirin.

YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
31 tebax, 2018   11:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re nasnameyên 5 şehîdên ku di berxwedana Cezaayê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

"Bi pêşxistina Şoreşa Rojava re, gelan ji bo demokrasî û azadiyê têkoşîn bilind kir. Li Bakurê Sûriyeyê belav bû û ev bû şerê berxwedana hevpar a azadiyê ya gelên herêmê. Di encama têkoşînê de ku bi şêwazê herî bibandor li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin, serkeftinên dîrokî hatin bidestxistin. Yek ji van berxwedanan sala 2014’an di navbera 19-31’ê Tebaxê de li Cezaayê li hemberî DAIŞ’ê hat raberkirin. Bi berxwedana bêhempa ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hate raberkirin, ne tenê derbên giran li çeteyan hat xistin, her wiha ev şer bû wesîle ku DAIŞ bikeve pêvajoyeke tunebûnê. Hewldana pêkanîna fermana 74’yan a Şingalê hat astengkirin û bi vê sekna qehremantî re xelekeke din a destanî ket dîroka têkoşîna me ya berxwedanê. Şervanên me Serhed, Xwînrêj Cûdî, Sorxwîn, Şiyar, Xwînrêj Cûdî yê ku bi hezkirina welat, bi welatparêziya kûr û sembola berxwedanê de israrkirinê ne, di vê berxwedanê de heya dilopa xwîna xwe ya dawîn şer kir û gihaştine şehadetê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Serhed Colemêrg

Nav û paşnav: Orhan Tekîn

Navê dayikê: Gurbet

Navê bav: Faris

Cih û dîroka şehadetê: Cezaa / 19 Tebax 2014

********

Nasnav: Sorxwîn Amanos

Nav û paşnav: Keyfiye Demir

Navê dayikê: Payiz

Navê bav: Mehmed Sidiq

Cih û dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

********

Nasnav: Şiyar Garzan

Nav û paşnav: Mazlum Çelîk

Navê dayikê: Herdem

Navê bav: Hakim

Cih û dîroka şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

********

Nasnav: Xwînrêj Cûdî

Nav û paşnav: Hûseyîn Acar

Navê dayikê: Tayibe

Navê bav: Zubeyt

Cih û dîroka şehadetê: Cezaa / 19 Tebax 2014

********

Nasnav: Xwînrêj Cûdî

Nav û paşnav: Ibrahîm Tatar

Navê dayikê: Sarya

Navê bav: Abdullah

Cih û dîroka şehadetê: Cezaa / 19 Tebax 2014

Ev hevalên me li pey şopa şehîdên me yên ku bûne sembola zayîna nû meşiyane û bi qehremantî gihaştine şehadetê. Em 5 rêhevalên xwe yên ku dilê xwe ji azadiyê re kilît kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin û em soz didin ku dîroka berxwedanê bi azadiyê tacîdar bikin.ʺ