De Mistura: Li Idlibê 10 hezar terorîst hene

Nûnerê NY‘yê  ji bo Sûriyeyê De Mistura destnîşan kir ku li Idlibê gelek terorîstên biyanî hene.

De Mistura: Li Idlibê 10 hezar terorîst hene
30 tebax, 2018   14:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Stephan De Mistura ji rojnamevanan re axivî û got, li Idlibê hejmarek mezin ji çekdarên biyanî di nav de nêzî 10 hezar terorîst in.

De Mistura wiha domand: " Derbarê îhtîmala destpêkirina şerê Idlibê de gotûbêjên navdewletî hene" û diyar kir ku jiyana nêzî 2 milyon û 900 hezar kes di xeteriyê de ye.

De Misrura destnîşan kir ku tişta herî guncaw ji bo parastina sivîlan û derxistina wan ji herêmê kerîdoreke ewlekariyê were vekirin.

Berdevka Wezerata Derve ya Rusyayê Maria Zakharova, roja pêcşemê axivîbû û gotibû, şert û mercên ku li Sûriyeyê pêk hatine ji bo bi cihanîna guhertinan, vegera geşedanên aborî û tunekirina terorê guncew in.

Di demê dawî de Tirkiye û Rusya li ser mijara Idlibê ya  ku ji sedî 60 Fetih El-Şam (Cebhet El-Nusra) girtiye de hevdîtinên xwe zêde kirin.

(şx)

ANHA