Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê

Dikan û pîşeya xwe ji bavê xwe wergirt. Di çêkirina alavên kevn de dixebite. Ji dikana wî bêhna dîrokeke kevnar û folklora bajarê Reqayê tê û piştrast dike ku nûjenbûn nikare bêhna dîrokê têk bibe.

Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê
Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê
Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê
Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê
Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê
Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê
Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê
Li kolana Qowetlî ya Reqayê bêhna dîrok û kevneşopiyê
29 tebax, 2018   08:50

REQA / HEMÎDE EL-ELÎ

Di van salên dawîn de bazarên bajarê Reqayê bi rengekî nû hatin guhertin. Lê kolana herî kevnar di bajêr de kolana "El-Qowetlî" wekî xwe ma û nehat guhertin. Pêlên nûjenbûnê nikaribû tiştekî di vê kolanê de biguherîne û bêhna xwe ya dîrokî ya bajarê Reqayê parast. Di kolana Qowetlî de gelek dikanên kevn hene.

Murhî El-Hemwî yek ji welatiyên bajarê Reqayê ye û di hesinkariyê de dixebite û alavên çandiniyê û alavên dartiraşiyê bi destan çêdike. El-Hemwî dibêje ku bapîrê wî di vê pîşeyê de dixebitî û wî jî ev pîşe ji bav û bapîrê xwe wergirt.

Dikana El-Hemwî yek ji kevntirîn dikanên hesinkariyê di bajarê Reqayê de ye. Dema ku kesek serdana vê kolanê dike bêguman çavên wî dê ber bi dikana hesinkariyê ve biçin.

Murhî El-Hemwî got ew ji 20 saliya xwe ve di vê pîşeyê de dixebite. Di dikana El-Hemwî de gelek alavên çandiniyê û alavên dartiraşiyê ku bi destan hatine çêkirin wekî tevir, das, kêrên cuda hene. Her wiha gelek alavên çandiniyê û alavên avahîsaziyê û çandiniyê di dikanê de hene.

El-Hemwî destnîşan kir ku divê ev pîşe ji pişaftinê were parastin û wiha pê de çû: "Ev pîşeyeke dijwar e lê ez tê de kêfxweş im."

ANHA