Li Îmraliyê mafên pîroz tên binpêkirin

Parêzer û endamê Komîteya Çavdêriya Mafên Mirovan û serokê Komîteya Qanûnî ya Rêxistinê ya Kantona Efrînê Israfîl Mistefa tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye wek binpêkirineke tund ji mafên pîroz ên girtiyan pênase kir.

Li Îmraliyê mafên pîroz tên binpêkirin
29 tebax, 2018   07:10

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me Hawarê de, parêzer Israfîl Mistefa tekez kir ku li gorî qanûna navdewletî ya taybet ji bo girtiyên siyasî, Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî neqanûnî û neadil hatiye dadgehkirin. Mistefa anî ziman ku şêwaza revandin û girtina wî ne li gorî qanûnê navdewletî ye, diviyabû beşdarên komployê bihatina muhasebekirin.

‘Kesên ku destê wan di girtina Ocalan de heye bihatina muhesebekirin’

Israfîl Mistefa bi bîr xist ku komplo û şêwaza ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye revandin, sûcek e û divê cudahiya di navbera girtina rêber û zanyarek siyasî û girtina sûcdarekî siyasî bê zanîn û wiha dewam kir: ʺDewleta Tirk û bi hevkariya dewletên din, Ocalan neçar kir ku ji Sûriyeyê derkeve. Ocalan penc kirin û bi awayekî nemirovî revandin û girtin û radestî dewleta Tirk kirin. Ev kiryar ne li gorî qanûnên navdewletî ye. Eger dadmendî hebûya diviyabû hemû dewlet û kesên ku destê wan di girtina Ocalan de heye bihatana muhesebekirin.ʺ 

Her wiha Mistefa tekez kir ku girtina Ocalan binpêkirina hevpeymana mafên mirovan a ku di sala 1984'an hatibû girtin, tevî wê jî dewleta Tirk ev qanûn binpê kir û tecrîdek giran li ser Ocalan ferz dike û hevdîtinên parêzeran ji Ocalan re red dike û wiha domand: ʺBi van kiryaran dewleta Tirk bendên qanûnên navdewletî binpê dike. Ji bendên mafên girtiyan 'ji mafê her girtiyek hevdîtin bi parêzerê xwe re bi awayekî takekesî çêke' ye.ʺ

Di berdewama gotinên xwe de Israfîl wiha got: "Ruxmî benda 'mafê parastinê mafekî pîroz e', ya ku di destûrên navdewletî û Tirkiyeyê de hatiye diyarkirin jî, lê der heqê Ocalan de pêk nayê. Ev jî asta bêexlaqiya civata navdewletî û rêxistinên mafên mirov derdixe holê."

Têkildarî mijara tenduristiya Ocalan, parêzer Israfîl Mistefa wiha got: "Heta rapora Rêxistina li Dijî Îşkencekirinê li Girtîgehan, ne zelal bû û di bin xizmeta dewleta Tirk de bû. Ji ber ku di bin çavdêriya sîxiriya dewleta Tirk de hatiye nivîsandin. Di raporê de behsa binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de û rastiya tiştên ku li Îmraliyê diqewimin ji bo raya giştî nehatiye nivîsandin.ʺ 

Di dawiyê de parêzer Israfîl Mistefa bang li hemû hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî kir ku bi rola xwe di çarçoveya qanûnên navdewletî de rabin û rê li ber binpêkirinên dewleta Tirk ji hemû qanûnên navdewletî re bigirin. Her wiha Mistefa xwest Ocalan wek girtiyekî siyasî bibînin û hewl bidin tecrîdê li ser wî rakin û rewşa wî ji raya giştî re aşkera bikin.

(şx)

ANHA