Merkel û Trump der barê rewşa Idlibê de xemgîn in

Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel û serokê Amerîkayê Donald Trump der barê geşedanên dawîn li Sûriyeyê û bi taybet li parêzgeha Idlibê de xemgîniyên xwe anîn ziman.

Merkel û Trump der barê rewşa Idlibê de xemgîn in
28 tebax, 2018   09:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroyên serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û serokê Amerîkayê Donald Trump îro di peywendiyeke telefonê de xemgîniyên xwe der barê geşedanên dawîn li Sûriyeyê û bi taybet rewşa mirovahî li parêzgeha Idlibê de anîn ziman.

Berdevka Koçka Spî Sarah Sanders di daxuyaniyekê de bangî her du serokan kir ku tevgereke navneteweyî pêk bînin da ku rê li pêşiya kareseta mirovî li parêzgeha Idlibê bigirin.

Berdevkê Angela Merkel, Shetty Zeburt bi daxuyaniyekê got ku ji Rûsyayê tê xwestin ku nerm tev bigere û rê li pêşiya dijwarbûnan bigire. Her wiha her du serokan behsa rewşa Ukranya û dewletên rojavayê Belqanan û bazirganiya di navbera her du aliyan de kir û da zanîn ku her du welat hewl didin aloziya li rojhilatê Ukraniya çareser bikin.

Rêjîma Sûriyeyê belavkirina hêzên xwe li derdora parêzgeha Idlibê didomîne û gelek êrîşên ezmanî li dijî parêzgehê pêk anîn. Rûsyayê ragihand ku Amerîka amadekariya êrîşên li dijî rêjîma Sûriyeyê dike. Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Bolton gefa êrîşên ezmanî li rêjîmê xwarin eger çekên kîmyewî li dijî Idlibê bi kar bîne.

Tirkiye û hevkarê wê Rûsya jî civînên xwe li Astana didomînin da ku mijara çeteyên Cebhet El-Nusra çareser bikin.