Pêşniyareke Amerîkayê ji Tirkiyeyê re da ku dest ji girêdesta S-400’an ên Rûsyayê berde

Şandeyeke Kongreya Amerîkayê ku niha serdana Tirkiyeyê dike, ji rayedarên Tirkiyeyê re pêşniyar kir ku girêdesta kirîna sîstema moşekên S-400 ji Rûsyayê betal bike û li hemberî wê Amerîka dê ji biryara xwe ya taloqkirina radestkirina balafirên şer ên F-35 vegere.

Pêşniyareke Amerîkayê ji Tirkiyeyê re da ku dest ji girêdesta S-400’an ên Rûsyayê berde
28 tebax, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê ragihand ku şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya endamê Kongreya Michael Turner di hevdîtinekê de bi komeke Tirkiyeyê ya ku beşdarî Konseya Giştî ya Parlemanterên NATO'yê bûne di avahiya parlemana Tirkiyeyê de li Enqereyê dozên di navbera her du welatan de gotûbêj kirine.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê şandeya Amerîkayê peyamek da parlamenterên Tirkiyeyê û tê de hatiye gotin ku biryara taloqkirina radestkirina balafirên şer ên F-35 nehatiye bidawîkirin û eger Tirkiye ji girêdesta xwe ya kirîna sîstema moşekên S-400 ji Rûsyayê betal bike, Washington jî dê ji biryara xwe vegere.

Turner got ku wî der barê bandora wergirtina wezareta parastinê ya Tirkiyeyê ji sîstema S-400 li ser sîstema parastinê ya NATO'yê û çekên wê raporek amade kiriye.

Li aliyê din rayedarên Tirk di civînê de diyar kir ku Enqere biryara xwe ya kirîna moşekên S-400 ji Rûsyayê standiye, ji ber ku Rûsya pêşniyara baştirîn pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye û pêşniyareke baştir ji aliyekî din ve nehatiye.

Kongreya Amerîkayê di dawiya meha Hezîrana 2018'an de projeya qanûnekê derxist û li gorî wê firotina balefirên F-35 û sîstemên Pateryot a parastina ezmanî ji bo Tirkiyeyê qedexe dike ji ber ku Tirkiye hewl dide moşekên S-400 ji Rûsyayê bikire, nemaze keşeyê Amerîkî Andrew Brunson girtiye.

Tirkiyeyê heta niha 900 milyon dolar dane da ku van balafiran wergire û heta pîlotên Tirk tên perwerdekirin dê heta sala 2020'an bimînin