Nexweşiya xwe derbas kir û bû afirîner

Ehmed Mecîd Ehmed li taxa El-Salhiyê li bajarê Hesekê dijî. Ehmed di zarokatiya xwe de bi felca mêjî nexweş dikeve. Lê nexweşiya wî li ber domandina jiyana xwe û çêkirina alavên kevn nabe asteng. Her wiha Ehmed hewl dide di civaka xwe de aktîf bibe.

Nexweşiya xwe derbas kir û bû afirîner
Nexweşiya xwe derbas kir û bû afirîner
Nexweşiya xwe derbas kir û bû afirîner
28 tebax, 2018   06:53

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Ehmed Mecîd Ehmed 17 salî ye. Li taxa El-Salhiyê li bajarê Hesekê dijî. Bi bav, xwişk û jinbava xwe re dijî. Dayika Ehmed di biçûkahiya wî de wefat dike.

Ehmed ji biçûkahiya xwe ve ji ber felca mêjî nexweş ketiye. Gelek bandorên neyînî yên vê nexweşiyê li ser Ehmed hene. Ji ber wê hin caran ker dibe. Hestiyên wî û bi taybet ling û dest gelekî teşenuj dibin. Tevî nexweşiya wî ew dixwaze alîkariya malbata xwe bike.

Ehmed alavên kevn sererast dike, tiştên nû ji hizra xwe û ji temaşekirina televîzyonê îcad dike. Ji alavên ku Ehmed çêdike, lambe, afirandina lazeran ji bo ronîkirina malê û odeya xwe dema qutbûna kehrebeyê û hwd.

Bavê Ehmed, Ebdulbaqî Ehmed diyar kir ku ruxmî hewldanên wan, ew nikarin Ehmed derman bikin û wiha got: "Dema Ehmed 3 salî bû zîrektiya wî bala me kişand. Cihên tiştan dihatin bîra wî. Di 4 saliyê de li qutiya rûn xist, ji ber wê min defek biçûk jê re anî û bi demê re fêrî lêdana defê bû. Niha temenê Ehmed 17 sal e û ew amûran çêdike."

Bavê Ehmed diyar kir ku dema wan amûrekî kevn a kontrolê dan Ehmed û piştî demekê wî ew amûr sererast kir, bi vê awayî şarezahiyên Ehmed nas kirine.

Bavê Ehmed destnîşan kir ku Ehmed ji malê dernakeve, tenê li televîzyonê temaşe dike û dixwaze amûrên ku li ser wê dîtine, çêke. Di dawiyê de Abdulbaqî Ehmed tekez kir ku ji bo pêşxistina Ehmed da ku kêfxweş bibe, dê desteka wî bike.

(şx)

ANHA