ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-08-2018
26 tebax, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Mamosteyên navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, ji bo sala nû ya perwereyê ya  2018-2019, ji aliyê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Eyn Îsayê ve tên nirxandin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên kantona Girê Spî daxwaz kirin ku rewşa Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan were aşkerekirin û gotin ku projeya Ocalan li Bakurê Sûriyeyê pêk tê. Welatiyan gotin, "Serbestberdana Ocalan tê wateya hilweşîna hemû pergalên zordariyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku di sala 2011‘an de hat dameziran dikarî di nava 8 salan de roleke mezin di parastina hevgirtin û kombûna civaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê de bilîze. TEV-DEM‘ê bi armanca rêxistinbûyîna xwe xurtir bike sibe kongreya xwe ya sêyemîn bi dirûşma "Bi civaka rêxistinkirin û azad em ê serkeftinê mîsoger bikin" li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Dêrazorê yên ji herêmên di bin serweriya rêjêma Sûriyeyê de reviyane û kampa Recim Ebyed a li Reqayê bi cih bûne, li ser nevgera xwe ya li warê xwe dibêjin, "Yê ku di vegerê de bifikre çarenûsa wî mirin e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Di demekê ku Hêzên Sûriyeya Demokartîk li dijî DAIŞ‘ê şer dike de hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên bi navê çareserkirina doza Idlibê didomîne. Erdogan hewl dide di Sûriyeyê de rûreş nebe û tazîmatan dide Rûsiyê. Li Iraq jî McGurk û Silêmanî li Bexdayê ne ji bo bloka mezintirîn ava bikin, her wiha aboriyê Tiriyeyê têk diçe û karkarê bê zar in. (BI WÊNE).

JIN

-Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Newroz Haşim destnîşan kir ku wan dest bi pêknanîna biryarên konferansa duyemîn a Kongreya Star kirine, di vê çarçoveyê de 120 civîn ji jinan re li dar xistine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Ciwanên Rojava ya kantona Efrînê, di çarçoveya rêzecivînên xwe yên bi armanca gotûbêjkirina rola ciwana di berxwedanê de civînekê li kampa Serdemê li dar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Sûra El-Reşîd a li bajarê Reqayê yek girîngtirîn cihên dîrokî yên Sûriyeyê ye, mîna xelekekî bi dirêjahiya 5 km û firehiya 5 metreyan bajêr dorpêç dike. Sûr şahidiya şerên ku di dîrokê bajêr de rûdane kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên Kobanê ji ber pirsgirêka hebûna bermahiyên avahiyên wêrankirî û yên şer, bi taybet li ser riya têketina bajêr ji aliyê rojhilta ve bi gilî û gazinc in. Şaredarî jî sedema vê prisgirêkê û dema çareseriya wê şîrove kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ruxmî kêm derfetan û berfirehiya herêmê û ji bo pêşkeşkirina xebatên xizmetguzariyê û çareserkirina pirsgirêkên şêniyên herêmê, Meclisa navçeya Çelebiyê bê navber dixebte. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê û Şaredariya Gel a navçeyê ji ber diyardeya avêtina ajokaran ji gemar û çopê li ser riyan bi gilî û gazinc in. Ajokar di penceriyên erebeyên xwe re gelaşê davêjin ser riyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA