HPG`ê encamên çalakiya li Qersê û nasnameya şehîdekî aşkere kir

Hêzên gerîla li bejahiya navçeya Qaqizman a Qersê li leşkerên Tirk xistin. Di encamê de herî kêm leşkerek mir, 4 leşker jî birîndar bûn.

HPG`ê encamên çalakiya li Qersê û nasnameya şehîdekî aşkere kir
HPG`ê encamên çalakiya li Qersê û nasnameya şehîdekî aşkere kir
24 tebax, 2018   10:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla agahî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li gelemperiya Eyaleta Serhedê dest pê kiriye, hêzên me roja 14'ê Tebaxê saet 16:30'î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku hewl dida li mintiqeya Tepê Reş a li herêma Kizil Kîlîse ya navçeya Qaqizman a Qersê bi cih bibe çalakiyek pêk anîn. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, herî kêm leşkerek hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya 17'ê Tebaxa 2018'an de me dabûn xuyakirin ku 13'ê Tebaxê li herêma Kizil Kîlîse ya navçeya Qaqizman a Qersê dest bi operasyonê kir û hêzên me 14'ê Tebaxê li yekîneyên operasyonê xistin û di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin. Me ragihandibûn ku di çalakiyan de hevalê me Şervan ê bi lehengî li dijî dijmin şer kir, şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Şervan Şaho

Nav paşnav: Ridvan Yaşar

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Hediye-Kûtbettîn

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tebaxa 2018'an / Qers

Di dewama daxuyaniyê de li ser bomberdûmana balafirên artêşa Tirk ev agahî hatin dayin:

"23'ê Tebaxê saet 10'an, balafirê şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora girê Şekîf û Çemê Lolanê yên Xakurkê û qada Werxelê ya Zapê barandin, ku ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ne."