Washington xwest ku du şerîketên Rûsî bikevin lîsteya reş

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) ji Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî xwest ku du şerîketên bar ên Rûsî û 6 keştiyên ku ala Rûsyayê rakirina bixe lîsteya reş ji ber ku cezayên li ser Koryaya Bakur hatine ferzkirin binpê kirin.

Washington xwest ku du şerîketên Rûsî bikevin lîsteya reş
24 tebax, 2018   10:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Xwesteka ku roja Çareşemê ji aliyê Amerîkayê ve ji komîteya Cezayan a Rêxistina Navdewletî re hate şandin di nava 2 mehan de a sêyemîn e ji bo zext li ser Koriyaya Bakur der barî bernameyê wê yê nûkler û mûşekan were zêdekirin.

DYA`ê di xwesteka xwe ya dawî de banga cemidandina herdû şerîketên bar ên Rûsya (Bermory Maritime and Logistics) û (Gorzun Shebing) kir ji ber ku bi danûstandina bi Koriya Bakur re hate tewanbarkirin û xwstin ku wan bixin lîsteya reş.

Berpirsên Amerîkî dibêjin ku herdû şerîket di karê şandina petrolê de dixebitin û di vê salê de du caran barê xwe birine Koryaya Bakur.

Di vê çarçoveyê de Nûnerê Rûsya li Amarîkayê Vasily Nebenzya ji Frans press re got cezayên Amerîkariyê ku li ser herdû şerîketan ferz kirin ne rewa ne û li gorî tiştên ku Washington pêşkeş dike nayên bawerkirin û diyar kir ku ew ê vê yekê red bikin.

Li gorî kesên deplomasî komîteya cezayan di 29`ê Tebaxê de dê xwesteka Amerîka binirxîne.

(bx)