Rêveberiya Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest ku di encama êrîşeke ezmanî ya artêşa Tirk a dagirker de li Şengalê di 15'ê Tebaxê de şehîd bûbû.

Rêveberiya Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest
Rêveberiya Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest
Rêveberiya Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest
Rêveberiya Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest
Rêveberiya Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest
Rêveberiya Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest
20 tebax, 2018   12:51

ŞENGAL

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Zekî Şengalî li Şengalê hatiye vegirtin kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Şande ji, hevserokê Desteya Karên Derve Ebdilkerîm Umer, cîgirê Serokatiya Meclîsa Rêveber Hisên Ezam û hin endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk dihat. Şande ji aliyê komîteya pêşwazîkirinê ve hate pêşwazîkirin.

Di nava şandeya Bakurê Sûriyeyê de hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û hevserokê Buroya Têkiliyan a MSD`ê Xerîb Hiso axivin. Di axaftinan de hate tekezkirin ku dewleta tirk a dagirker sînorê Sûriyeyê û Iraqê binpê dike û bi vê yekê zagonên navdewletî jî binpê dike û armanca wê ye ku projeyên demokratîk li herêmê têk bibe.

Her wiha di nava axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra ku herêmê dagir bike, îradeya gelê azadîxwaz, demokratîk û xwestekên wan ên jiyana hevbeş bişikîne lê dema ku armancên wan pêk nehatin bi awayekî aşkera dest bi êrîşên li ser herêmê kir û mînaka wê, êrîşên li ser Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê û Şengalê ye.

Di axaftinan de hate  tekezkirin  ku Şengalê ji ber ber kiryarên sîstemên desthilatdar û terorê gelek zehmetî ditîn, niha jî projeya xwe ya demokrtîk ava dikin û heke Erdogan û çeteyên xwe çi bikin tu carî îradeya gelê berxwedêr û têkoşer a ji bo azadî, demokrasî û aştiyê li ber xwe dide naşikîne.

Cenazeyê şehîd Zekî Şengalî ku bi navê "Mam Zekî" tê nasîn, di 18'ê Tebaxê de li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate spartin.

ANHA