Asta xebatên rakirina bermahiyan bilind dibe

Şaredariya Gel a Şedadê 4 treks ji Desteya Şaredariyan a Kantona Hesekê wergirtin da ku asta xebatên xwe yên rakirina bermahiyan ji herêmê bilind bike.

Asta xebatên rakirina bermahiyan bilind dibe
Asta xebatên rakirina bermahiyan bilind dibe
Asta xebatên rakirina bermahiyan bilind dibe
20 tebax, 2018   11:52

HESEKÊ

Di çarçoveya kar û xebatên jinûveavakirina deverên di van demên dawîn de hatine rizgarkirin de, Desteya Şaredariyan a Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ji bo rêyên sereke yên herêmê veke û bermahiyên hilweşandî ji deverên di van demên dawî de hatine rizgarkirin 4 treks radestî Şaredariya Gel a Şedadê kirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Şaredariyan a Kantona Hesekê Ebdilxefûr Oso got hê jî gelek bermahiyên hilweşandî li navçeya Şedadê û deverên ku Hêzên Sûriya Demokratîk di van demên dawîn de rizgar kirine, nehatine rakirin û wiha pê de çû: "Bi armanca bilindkirina asta xebatên rakirina bermahiyan me 4 treks radestî Şaredariya Gel a Şedadê kirin."

Desteya Şaredariyan a Hesekê di vê çarçoveyê de şaredariyeke nû li bajarokê Mergedê di 11'ê Tebaxê de ava kir da ku xizmeta welatiyên vê deverê bike.

ANHA