Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî

Rêjîma Sûriyeyê belavkirina hêzên xwe li nêzî parêzgeha Idlibê didomîne, girêdayî wê nakokiyên dolopmasî yên Rûsya û Tirkiyê mijara çareserkirina Idlibê asteng dike. Ebadî şansê xwe di wîlayeteke nû de bi dawî dike û Lîreyê Tirkiyeyê piştî gefên Trump ên fetisandina Tirkiyê dadikeve.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî
19 tebax, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Yek ji van mijaran belavbûna hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyeyê li nêzî parêzgeha Idlibê û serweriya hêzên rêjîmê li çolistana Siwêda. Rojnameyan her wiha behsa nakokiyên di navbera Îranê û Amerîka de kirin û bandora wê li ser Îraqê. Her wiha bal kişandin ser rewşa Yemenê û herêma Xeza ya Filistînê û gelek mijarên din.

Idlibê mijara sereke ya rojnameyên erebî yên vê hefteyê Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin girêdayî aloziya Sûriyeyê behsa gelek mijaran kir. Yek ji van mijarên girîng rewşa li Idlibê ye. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Idlib mijara sereke ye û wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê di danûstandinan de li hev nekir". Rojnameyê diyar kir ku Tirkiyeyê nerazîbûna xwe li hemberî destwerdaneke leşkerî ji aliyê rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê ve li Idlibê dubare red kir. Rûsyayê jî got ku di hevpeymana herêmên kêmpevçûn de ku Idlib di nava wê de ye, Cebhet El-Nusra û komên wek terorîst bi nav kirine, nagire nava xwe.

Rêjîm belavkirina hêzên xwe li derdora Idlibê didomîne

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa belavbûna hêzên rêjîmê li derdora Idlibê kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Heyat manşete xwe wiha bi nav kir: "Rêjîma Sûriyeyê hêzên xwe li Hema, Idlib û Laziqiyê belav dike". Rojnameyê ragihand ku hêzên rêjîmê gelek deverên sêkoşeya rojavayê Idlibê – bakurê Laziqiyê û bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir. Rêjîmê her wiha gundewarê Cisir Şixor, çiyayê Kurdan û Deşta Xab û gundewarê Hemayê topbaran kirin. Li gundewarê Şamê jî gelek pevçûnan rû da.

Hewldanên helandina El-Nusra yan veguhastina wê ji Idlibê

Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Parastina Idlibê girêdayî helandina 'El-Nusra" yan dûrxistina wê ye". Rojnameyê ragihand ku opozîsyona Sûriyeyê li benda encamên hevdîtinên Rûsya û Tirkiyeyê ne da ku çarenûsa parêzgeha Idlibê nas bikin. Li rex vê yekê rêjîm belavkirina hêzên xwe li deverên nêzî Idlibê didomîne û amadekariya çalakiyeke leşkerî dike.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku hemû çavkaniyên opozîsyonê û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku niha zext li Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) tê kirin da ku xwe bihelîne yan jî ji Idlibê derkeve, da ku êrîşa hêzên rêjîmê were pûçkirin. Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman ji rojnameyê re diyar kir ku dibe Cebhet El-Nusra ber bi gundewarê bakurê rohilatê Helebê ve were veguhastin, heta ku lihevkirinek ji bo helandina wê pêk tê. Ebdilrehman got ku kêşeya sereke ya Heyet Tehrîr El-Şam çarenûsa rayedar û endamên biyanî ne û çawa dê danûstandina wan bikin."

Siwêda di bin serweriya hêzên rêjîmê de ye

Girêdayî rewşa parêzgeha Siwêda rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Siwêda bi temamî di bin serweriya rêjmê de ye". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê karibû pêşveçûneke stratejîk bi dest xwe ve bîne û serweriya xwe li giştî parêzgeha Siwêda û çolistana wê ya rojhilat û bakurrojhilat ferz kir. Li aliyekî din piştî hewldanên serbestberdana rehîneyên Siwêda ku çeteyên DAIŞ'ê revandine têk çûn metirsiya welatiyan zêde dibe ku guman e çete van rehîneyan bikujin. Nemaze piştî ku ciwanek ji van rehîneyan hate kuştin û jinek di bin mercên ne diyar de hatiye kuştin. Her wiha piştî ku çete ber bi gundewarê Şamê ve hatin veguhestin ti agahî derbarê çarenûsa van rehîneyan de nehatine bi dest xistin.

Sozên Ebadî ji xwepêşandêran re rastî astengiyên qanûnî tên

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "astengiyên qanûnî hişt ku sozên hikûmeta Ebadî ji xwepêşandêran re pêk neyên".

Ebadî şansê xwe di wîlayeteke nû de bi dawî dike

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îran xwepaşavêtina Ebadî bes nabîne". Rojnameyê diyar kir ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku duh di civîneke çapemeniyê de girêdayî cezayên Amerîkayê li ser Îranê heta astekê ji helwesta xwe paşve vedikişe, ji bo Îranê têrê nake. Tevî ku Ebadî ragihand ku dê tenê danûstandina dolaran bi Îranê re rawestîne, gelek malperên înternêtê êrîşî wî kir ku şansê wî di wîlayeteke nû de bi dawî bûye.

Vebijêra Îsraîlê hilweşandina Hemasê ye û amadekariyên çalakiyên kuştina rayedarên Tevgerê

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl gefa hilweşandina Hemasê dixwe". rojnameyê diyar kir ku Îsraîlê helwesta xwe li hemberî Tevgera Hemasê hişktir kiriye û gefa hilweşandina wê dixwe. Hin çavkaniyên ewlehî jî ragihandin ku Îsraîl pilan dike ku çalakiyên kuştina rayedarên Tevgerê ji nû ve bide destpêkirin.

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de diyar kir ku Hemas û tabûran li Misrê girêdesta agirbestê û lihevhatinê gotûbêj dikin. Rojnameyê da zanîn ku Tevgera Hemas hewl dide agirbesteke hemdem bi Îsraîlê re pêk bîne, bi hikumeta Filistînê re lihevhatinekê bi navbênkariya Misrê pêk bîne.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de nêzîk dibe

Der barê mijarên Filistînê de jî rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de diyar kir ku tevî rewşa siyasî ya li Îsraîl û Filistînê pêkanîna agirbestê di navbera Tevgera Hemas û hikumeta Îsraîlê de bi navbênkariya Misrê ji her demê bêtir nêzîk bûye.

Rojnameyê ragihand ku danûstandinên veşartî û aşkera hatine lidarxistin, diyar dike ku agirbest daxwazeke Îsraîl, Hemas, Amerîka, Navnetewî û Misrî ye û hemû alî berjewendiya xwe di vê agirbestê de dibînin.

Artêşa Yemenê serweriya xwe li ser bajarê El-Dirêhmî ferz kir

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de diyar kir ku Artêşa Yemenê piştî şerekî dijwar li dijî çekdarên Hosiyan bajarê El-Dirêhmî rizgar kir.

NY furqeyên Yemenê vedixwîne ku beşdarî danûstandinên Cinêv bibin

Rojnameya El-Heyat nivîseke bi ser navê "Girffet hikûmeta rawa û Hûsiyan vedixwe danûstandinên Cinêvê" weşand. Rojnameyê diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî duh bang hikûmeta rawa ya Yemenê û Hûsiyan kir ku beşdarî danûstandinên Cinêvê bibin ku dê 6‘ê Îlonê were lidarxistin.

Erdogan giliya derbeya Amerîkayê dike û nirxê lîreya Tirkiyeyê dadikeve

Girêdayî mijar û aloziya Tirkiyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Erdogan Amerîkayê tawanbar dike ku derbe li pişta Tirkiyeyê daye". Rojnameyê diyar kir ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daketina lîreya Tirkiyeyê bi komployekê bi nav dike û Amerîka tawanbar dike ku derbe li pişta Tirkiyeyê daye û wiha dibêje: "Ji aliyekî ve hûn bi me re di NATO'yê de ne û ji aliyekî ve hûn hevkarê xwe yê stratejîk di piştê de derbe dikin. Ev mijar nayê qebûlkirin". Lîreya Tirkiyeyê ji sala 2001'an ve daket asta herî jêr û li hemberî dolarekî gihaşt 7.24 lîreyan.

Çarçoveya tevgera Erdogan teng dibe û Kuwêt xwe jê diparêze

Rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Kuwêt xwe ji hewldanên Erdogan ên çareserkirina aloziya daketina lîreya Tirkiyeyê diparêze". Rojnameyê diyar kir ku Kuwêt li ser rêya Qeterê diçe û xwe ji hewldanên Erdogan ên wergirtina alîkariyeke razemenîkirina derve diparêze.

Trump gefa fetisandinê Tirkiyeyê dixwe

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lîreya Tirkiyeyê careke din dadikeve û hêdîbûna di navbera Enqere û Waşintonê de tune ye". Rojnameya El-Heyat jî derbarê heman mijarê de nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Washington; Em ê Tirkiyeyê bifetisînin û em girtina Branson qebûl nakin". Rojnameyê diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump nakokiyên bi Tirkiyeyê re gur dike û got ku ew weke dostekî tevnegeriya ye û ev demek e pirsgirêkek derxistiye û soza fetisandina wê da. Her wiha diyar kir ku Amerîka li hemberî girtina keşeyê Amerîkî Andrew Brunson bê deng namîne.

ANHA