ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2018
19 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Li Şehbayê ji bo Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku di encama sûîkastê ya balafirên dewleta Tirk de hate qetilkirin taziye tê danîn. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cenazeyên şervanên QSD‘ê Ela Îbrahîm û Hêzên Erka Xweparastinê Ednan El-Yezîdî li Şehîdgeha Hanî El-Hesen a gundê El-Bisêra têne veşartin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji mirinê direve da ku zarokên xwe xelas bike, li spartgeheke bi ewle digere da ku zarokên xwe ji tank û topan biparêze, Efrînê li pêşiya xwe dîtin, lê nedizanî ku dê qeder kurekî wê jê birevîne û yek din jî birîndar kir, rexmî vê jî dîsa Efrîn wekî welatê xwe yê duyemîn dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Heke mirov bi mejiyê baş nexebite, nikare tiştek bi dest bixe" ji xwe re kir bingeha kar, ji bo pêşxistina zimanê Kurdî lêkolînên berfireh dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Êzidiyên Amûdê li hember xeteriyên dagirkeran banga yekitiyê ligelê Kurd kirin. Her wiha şêniyan nameyek ji hikumeta Iraqê re şand û gotin:" Êdî Bes e "û  nameyek ji hikumeta Herêma Kurdistanê re gotin:" Ji xiyanetê re bes e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê agahenekê ji bo zarokan li dar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Efrînê der bare tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî dide. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Di nava hemû alozî, tarîtî, kuştin û wêraniya li Sûriyeyê de, damezirandina pergaleke siyasî û civakî ya mîna Meclisa Sûriya Demokratîk, pêngaveke dîrokî ya girîng bû, bi taybet ku di navê de hemû rengên civaka Sûriyeyê hene û xwediyê projeya çareserî û hêviyên pêkanîna jiyana azad û birûmet e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Tebqayê, ruxmî kêmderfetan gelek xebat û çalakiyên xizmetguzariyê pêşkeş kir. Her wiha zemînek guncew ji bo vegera bi sedan şêniyan peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Esed El-Ebadî destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Bakurê Sûriyeyê hatiye pêk anîn ji bo gelên herêmên fersendeke dîrokî ye û bang li rêjîma Sûriyeyê kir ku bi erênî nêzî projeyê bibe. El-Ebadî got, "Projeya Rêveberiya Xweser xeyal bû û niha li ser erdê pêk tê. Lewra jî pêwîste ev tecrûbe li tevahî Sûriyeyê û herêmên din wekî Iraqê pêk were." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rêjîma Sûriyeyê belavkirina hêzên xwe li nêzî parêzgeha Idlibê didomîne, girêdayî wê nakokiyên dolopmasî yên Rûsya û Tirkiyê. Ebadî şansê xwe di wîlayeteke nû de bi dawî dike. Lîreyê Tirkiyeyê piştî gefên Trump ên fetisandina Tirkiyê dadikeve. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Li kantona Girê Spî zeviyê pembo rastî gelek ziyanan hat û dibe ku mewsim bi giştî telif bibe. Dermanên ji Tirkiyê pisgirêk du qat zêde kir, bi nêzîkbûna çinînê re bi fikarin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûkên gelêrî yên gerok li bajarê Qamişlo ji beriya 30 salî belav bûne. Rojane û di cihên cude di nav taxên Qamişlo de ku ji bo wan re hatine eyar kirin pêdiviyên malan pêşkeş dikin. (BI WÊN Û DÎMEN).

- Gelê Serêkaniyê, di bin banê HPC’ê de hêza xwe ya parastinê bi rêxistin dike û bajarê xwe diparêze. Endamên HPC’ê diyar kir ku ji bo civakek bikare xwe li ser pêyan bigire divê hêza xwe ya parastina civakê ava bike, eger ew taxa xwe, bajarê xwe neparêzin ma dê kî wan biparêze?. (BI WÊN Û DÎMEN).

ANHA