Malbata Mam Zekî gihîşt Şengalê

Malbata Mam Zekî Şengalî ji bo ku tevlî merasîma cenaze ku dê îro pêk were, hat Şengalê. Ji Rojava, Wargeha Mexmur û Başûrê Kurdistanê jî bi sedan kes ber bi Şengalê ve derketine rê.

Malbata Mam Zekî gihîşt Şengalê
Malbata Mam Zekî gihîşt Şengalê
Malbata Mam Zekî gihîşt Şengalê
18 tebax, 2018   10:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîma cenazeyê Zekî Şengalî ku di êrîşa sûîkastê ya balafirên şer ên dewleta Tirk a 15’ê Tebaxê de şehîd bibû, îro li Şengalê tê lidarxistin. Ji tevlîbûna merasîmê ji Rojava û Başûrê Kurdistanê, her wiha ji Wargeha Mexmûrê bi sedan kes ber bi Şengalê ve derketine rê. Çav li rê ye ku di van saetan de girse bigihîjin Şengalê.

Malbat Zekî Şengalî jî, ji bo ku tevlî merasîmê bibe hat Şengalê. Hevjîn, bira û kurê Mam Zekî, her wiha hin endamên din ên malbatê di saetên nîvro de gihîştin bajaroka Xanesorê ya Şengalê.

Endamên malbatê li pêşiya Qae Laleş ji aliyê gel ve bi dirûşmeyên “şehîd namirin” hatin pêşwazîkirin. Endamên malbatê piştre bi girseyê re derbasî Qae Laleş bûn. Piştre li hundirê Qae Laleş li ser jiyana Mam Zekî sînevizyonek hat pêşandan.

Girseya gel piştî ku karwanên ji Rojava, Mexmur û Başûr jî gihîştin Xanesorê, wê cenazeyê Mam Zekî bigire û bi konvoyekê bibin Şehîdgeha li ser Çiyayê Şengalê. Li şehîdgehê wê merasîma oxirkirinê bê lidarxistin.