Li beyara gundewarên Şamê û Siwêdayê şer didome

Operasyonên leşkerî di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de li herêmên di navbera beyara gundewarên Şamê û Siwêdayê didome.

Li beyara gundewarên Şamê û Siwêdayê  şer didome
18 tebax, 2018   09:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li herêmên lihevkirina Rûsî – Tirkiyê (Heleb, Idlib, Hema û Laziqiyê) ji saetê şeva În – Şemî û heta van kêliyan aramiyek heye. Tenê hindek deverên navçeya El-Temana ya gundewarên başûrê Idlibê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin topbarankirin.

Li rex vê aramiyê rêjîmê belavkirina hêzên xwe li deverên nêzî parêzgeha Idlibê didomîne û çekdarên opozîsyonê jî cihên xwe di parêzgehê de xurt dikin. Nemaze li eniya Deşta El-Xab û çiyayên Laziqiyê

Herêmên El-Letamnê, Hesraya, Ebû Reîda El-Şerqiyê, El-Sexir, Mork, derdora Kefer Zîta, herêmên bakurê Hemayê weke El-Temana, El-The, El-Xiwîn, Um El-Xelaxîl, Um Mereq, herêmên aliyê başûr û başûrrojhilatê gundewarê Idlibê û herêmên rojhilatê rêya navdewletî ya di navbera Şam û Helebê de ku di başûrê Idibê re derbas dibe bi top, mûşe û qazanên teqemenî hatin topbarankirin.

Aramiya li herêmên Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyê ji ber lihevkirina di navbera Rûsiya û Tiriyê der barî gurûpên radîkar û di serî de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) pêk hat.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê got operesyon leşkerî û hewildanên lihevkirinê di navbera rêjîm û çeteyên DAIŞ`ê der barî doza kesên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, didome. Her wiha li herêma Til El-Sefa ya beyara gundewarên Şamê ya li ser sînorê rêvber ê gundewarên Siwêdayî çeteyên DAIŞ`ê xistine dorpêçê de.

Çavdêran diyar kirin ku li derdora herêma Tilûl El-Sefa di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de şer didome. Hate diyarkirin ku di encama şer de kuştî ji hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de çêbûn.

(bx)