Di rojnameyên erebî de deng û behsên îro

Der barê danûstandina bi Cebhet El-Nusra re li Idlibê de, hê jî lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de  pêk nehatine. Şêwirmenda ewlehiya neteweyî ya Amerîka destnîşan kir ku ji bo Îran ji Sûriyeyê were derxistin lihevkirineke destpêkê di navbera Rûsya û Amerîkayê de pêk hatiye.

Di rojnameyên erebî de deng û behsên îro
18 tebax, 2018   07:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng kirin. Rojnameyan behsa agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê di Sûriyeyê de û şerê li dijî DAIŞ'ê û hebûna Îranê li Sûriyeyê kir. Rojnameyan bal kişand ser avakirina hikumeta Iraqê û avakirina hevbendiyan ji bo vê yekê. Rojnameyan behsa agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de kir. Rojnameyan behsa vexwendina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji aliyên Yemenê re ji bo beşdarî danûstandinên aştiyê bibin, kir. Rojnameyan her wiha bal kişand ser daketina nirxê lîreyê Tirkiyeyê û gelek mijarên din ên girîng.

Li devera agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê bêdengiyeke balkêş

Rojnameyan behsa agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li 4 parêzgehên Sûriyeyê kir. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Bêdengî li deverên 'agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê' berdewam e". Rojnameyê diyar kir ku li 4 parêzgehên Idlib, Hema, Laziqiyê û Helebê ku Rûsya û Tirkiyeyê agirbest lê ragihandiye, bêdengiyeke balkêş heye û tenê hin binpêkirinên biçûk pêk hatine.

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî rewşa leşkerî li Sûriyeyê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "18 kuştiyên DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê û hêzên rêjîmê ji çolistanê paşve vedikişin". Rojnameyê diyar kir ku bêdengiya li parêzgeha Idlibê bi baldarî berdewam dike û li benda dîmena lihevkirinan e ku diyar e di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de temam nebûye da ku danûstandinê bi komên radîkal ên wekî Cebhet El-Nusra re bikin. Li rex bêdengiya leşkerî li eniyên Idlibê, li gorî hin raporan hate ragihandin ku herî kêm 18 endamên DAIŞ'ê ku piraniya wan biyanî ne, di êrîşeke ezmanî de li dijî berîkeke DAIŞ'ê li rojhilatê Sûriyeyê hatin kuştin. Her wiha hate ragihandin ku hêzên rêjîmê piştî gelek êrîş û kemînên endamên DAIŞ'ê li çolistana rojhilatê parêzgeha Siwêda neçar ma paşve vekişe.

Erebistana Siûdî alîkariya Koalîsyona Navneteweyî li Sûriyeyê dike

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî xebatên peydakirina aramiyê li herêmên Sûriyeyê yên ji destên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Siûdî 100 milyon dolar wek alîkarî pêşkêşî bakurê rojhilatê Sûriyeyê dike". Rojnameyê diyar kir ku Siûdiyê ragihand ku 100 milyon dolar ji bo alîkariya bi projeyên vegerandina jiyanê û xebatên xizmetguzariyê ku ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin, pêşkêş kiriye.

Ji bo derxistina Îranê ji Sûriyeyê Rûsya û Amerîkayê li hev kir

Girêdayî hebûna Îranê di Sûriyeyê de rojnameya El-Quds El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hevpeymaneke destpêkê ya Rûsya û Amerîkayê ji bo Îran hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne". Rojnameyê got ku di daxuyaniyên balkêş de û bi taybet ji Washingtonê der barê dosyaya Sûriyeyê de stratejî û berjewendiyên navneteweyî dikevin nava hev. Ji aliyekî ve hêzên rêjîmê zêde li derdora Idlibê belav dibin û Tirkiye jî hêza xwe li Idlibê diçespîne. Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîka John Bolton aşkera kir ku serokê Rûsyayê Viladîmîr Pûtîn û serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo derxistina Îranê ji Sûriyeyê li hev kiriye. Bolton ragihand ku dê bi hevpîşeyê xwe yê Rûsyayê Nîkolay Patroşîv re li Cenêvê mijarê di hefteya bê de gotûbêj bike.

Avakirina bilokên mezin ji bo avakirina hikumeta Iraqê bi guman in

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Malikî û El-Nicêfî û El-Amirî ji bo avakirina mezintirîn bilokê nêzî hev dibin."

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî heman mijarê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îran Ebadî ji hevbendiya sunnî/şîayî dûr dixe."

Ji ber destdirêjiyên Tirkiyeyê di navbera serokê hikumetê û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê de nakokî derketin

Girêdayî mijareke din a Iraqê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Nakokiyên li ser Şengalê encamên erênî yên serdana Ebadî li Enqereyê şikandin". Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi temamî berûvajî atmosfêra erênî ya têkliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de bû piştî ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya çend rojan serdana Enqereyê kir.

Di daxuyaniyê de Wezareta Karên Derve ya Iraqê êrîşên ezmanî yên Tirkiyeyê li dijî herêma Şengalê şermezar kir. Çavdêran ev daxuyanî di çarçoveya nakokiyên di navbera serokê hikûmetê û wezareta karên derve de bi nav kirin. Parlemanterekî Iraqê yê berê guman dike ku ev daxuyanî nerazîbûna Wezareta Karên Derve ku ji aliyê Îbrahîm Cehferî ve tê birêvebirin ji serdana Ebadî ya Enqereyê nîşan dike ku serdana Tehranê nekiriye.

Agirbesta li Xezayê nêzîk dibe

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Agirbesta Xezayê nêzîk dibe û Ebas gefan dixwe."

NY bang li aliyên Yemenê dike ku beşdarî şêwirên Cinêvê bibin

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths banga hikumeta Yemenê û Hûsiyan dike da ku beşdarî şêwirên Cinêvê bibin".

Trump gefa fetisandinê Tirkiyeyê dixwe

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lîreya Tirkiyeyê careke din dadikeve û hêdîbûna di navbera Enqere û Waşintonê de tune ye". Rojnameya El-Heyat jî derbarê heman mijarê de nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Washington; Em ê Tirkiyeyê bifetisînin û em girtina Branson qebûl nakin". Rojnameyê diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump nakokiyên bi Tirkiyeyê re gur dike û got ku ew weke dostekî tevnegeriya ye û ev demek e pirsgirêkek derxistiye û soza fetisandina wê da. Her wiha diyar kir ku Amerîka li hemberî girtina keşeyê Amerîkî Andrew Brunson bê deng namîne.

ANHA