Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin

Meclisa Jinên Tebqayê projeya ‘Mala Pêdiviyan’ ji bo peydakirina pêdiviyên malê, her wiha ji bo peydakirina derfetên kar ji bo jinan û xurtkirina aboriya wan, vekir.

Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin
Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin
Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin
Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin
Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin
Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin
Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin
Li Tebqayê Mala Pêdiviyan hate vekirin
17 tebax, 2018   11:17

TEBQA

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Rewşen Hem, hemû rêveberên Meclisa Jinan her wiha endamên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Tebqayê û bi dehan jinên bajêr tev li merasîma vekirina mala pêdiviyan bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê deriyê malê ji aliyê hevjîna şehîd Abdulkerîm Cebar ve hate vekirin. Di merasîmê de axaftina ji aliyê beşdaran ve hatin kirin. Di axaftinan de vekirina mala pêdiviyan û kar û xebatên jinên kedkar hatin pîrozkirin.

Her wiha ji rêvberên Meclisa Jinan Sûad El-Reşîd tekez kir ku vekirina projeya Mala Pêdiviyan dê derfetên kar ji jinan re peyda bike û ji bandora zehmetiya ku di dema komên çekdar de dît, rizgar bibe.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Meclisa Zagonsaz a Herêma Tebqayê Rewşen Hemê spasiya Melcisa Jinan kir ku di aliyê madî de alîkariya jinan dike û vekirina gelek projeyên aborî ji jinan re ku pêşeroja aboriya jinan û xutkirina rola wan di nava civakê de.

Di merasîma vekirina Mala Pêdiviyan de beşa yekem ji berhemên jinan hatin pêşkêşkirin. Projeyê heta niha derfetên kar ji 15 jinan re peyda kirine.

(bx)

ANHA