Yekitiya jinan di Kongreyê de derket holê

Jinên tev li 7’emîn kongreya Kongreya Star bûn, diyar kirin  ku bi rihê yekitiya jinan dê li derdora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibin xelek û hemû jinên cîhanê re yekitiya xwe xurt bikin.

Yekitiya jinan di Kongreyê de derket holê
17 tebax, 2018   10:37

QAMIŞLO

Duh 7’emîn kongreya Kongreya Star li bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna 700 delegeyên Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî, Ermenî, Tirkmen li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran dest pê kir. Jinên ku tev li kongreyê bûn ji ajansa me Hawarê re axivîn û diyar kir ku binpêkirina li ser rengên jinan, civakê û jiyanê êdî nayê qabûlkirin û diyar kir ku jinên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Tirkmen, Êzidî û hwd bûne yek û li dijî desthilatdariyan rabûne ser pêyan û dê birêxistinbûna xwe xurttir bikin.

Jinên Tirkmen: Li hemberî hêza me tu kes êdî nikare bisekine

Jina Tirkmen Cîhan Xidro armanca tevlêbûna 7’emîn kongreya Kongreya Star anî ziman ku ev kongre di nav gef û êrîşên dagirkeriyê de tê lidarxistin û wateya wê jî dîrokî ye û wiha got: “Ev kongre ji bo tevahî jinên cîhanê girîng e. Armanca kongreyê xebat, sîstem, rêxistina Kongreya Star were nirxandin û pêşxistina jinan e.  Di rojavayê Kurdistanê de ji destpêka şoreşê heya niha li ser jinan êrîş hene. Bi avakirina Kongreya Star re hemû jinên Rojava di bin siya Kongreya Star de hatin birêxistinkirin. Di Rojhilata Navîn de jin tên qetilkirin û tecawizkirin. Li dijî desthilatdariya mêran heya dawiyê em ê dest bidin hev û li hemberî hişmendiya baviksalar şer bikin. Jinên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Tirkmen, Êzidî û hwd bûne yek û li dijî desthilatdaran rabûne ser pêyan û hemû jinên cîhanê jî em ê rakin ser pêyan. Li hemberî hêza me tu kes êdî nikare bisekine.”

Jinên Ermen jî li dijî dagirkeran hêza xwe xurttir dikin

Losiyan Gerabet ku ji pêkhateya Ermen e, li ser kongreyê da zanîn ku Ji hemû rengên pêkhateyan jin di kongreye de cih digirin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li ser Ermenî, Suryan, Êzidî û Kurdan qetlîam pêk anîn û hê jî dagirkeriya xwe didomîne. Ew qetlîam taybet li ser jinan tê meşandin. Gelê Ermen û jinên Ermen di qetlîamên Tirkiyeyê de hatin revandin, qetilkirin û tecawizkirin. Îro Kongreya Star hemû jinan li dijî qetlîam û dagirkeriye bi rêxistin dike. Êdî jinên Ermen jî li dijî dagirkeran hêza xwe xurttir dikin û em qetlîama li ser jinan qabûl nakin. Bi hemû rengên xwe em ê pergala dagirkeriyê hilweşînin.”

Yekitiya jinan di kongreyê de derket holê

Rihan Loko jî diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinan e û wiha pê de çû: “Sînorên ku ji bo jinan hatine danîn, em ê bi dîroka Şoreşa Rojava re hilweşînin. Ev kongre ji bo hemû jinên cîhanê mînak e. Ev kongre derdora Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bibe xelek. Ji ber ku azadiya Rebêr Apo azadiya jinan û civakê ye. Ji dîrokê heya îro dewletên dagirker ji hêza jinan ditirsin. Lê bila hemû dewletên dagirker ku li dijî hêza jinan tev digerin, zanibin ku ev kongre li dijî planên wan yên qirêjî dê bisekine.  Binpêkirina li ser rengên jinan, civakê û jiyanê êdî nayê qebûlkirin. Yekitiya jinan di kongreyê de derket holê. Tevahî jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi reng, deng, cilên xwe yekitiya xwe ava kirine û ev yekitî tevahî jinên cîhanê hembêz bike. Ev jî ji dewletên dagirker re dibe metirsî. Li hemberî hemû êrîşan dê jin li ber xwe bidin.”

ANHA