Rêxistinên navneteweyî rewşa kampên Şehbayê paşguh kirine

Li kampa Şehbayê zêdetirî 100 malbat dijîn. Tu rêxistineke navneteweyî serdana vê kampê nekiriye. Rêveberiya kampê kêmasiyan di peydakirina xwarinên zarokan û pêşkêşkirina alîkariya tenduristiyê de dikişîne.

Rêxistinên navneteweyî rewşa kampên Şehbayê paşguh kirine
Rêxistinên navneteweyî rewşa kampên Şehbayê paşguh kirine
Rêxistinên navneteweyî rewşa kampên Şehbayê paşguh kirine
Rêxistinên navneteweyî rewşa kampên Şehbayê paşguh kirine
Rêxistinên navneteweyî rewşa kampên Şehbayê paşguh kirine
17 tebax, 2018   08:54

ŞERVÎN MISTEFA-ARIF ŞERVÎN / EFRÎN

Li Sûriyeyê bi dehan kampên ku bi sed hezaran koçberên ku ji ber şerên li herêmê di navbera hêzên herêmî û navdewletî de li ser dirêjahiya nexşeya Sûriyeyê revîne, hembêz dikin. Kampa Şehbayê yek ji wan kampan e. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Şehbayê di tebaxa 2016'an de li başûrê gundê Keştar ê girêdayî navçeya Şêrawa li başûrê kantona Efrînê ava kir.

Beriya êrîşa dewleta Tirk li ser Efrînê  hejmarek koçber li kampa Rûbar li rex kampa Şehbayê dijîn. Lê piştî êrîşa dewleta dagirker a Tirk a ku bi pîrozbahiya Rûsya û bêdengiya dewletên rojavayî û Amerîkayê pêk hat, koçberên kampa Rûbar neçar man careke din koçberî kampa Şehbayê bibin û vê yekê jî barê kampê zêde kir.

Endamê rêveber ê kampa Şehbayê Mihemed Dîbo wiha got: "Tu rêxistin an jî aliyek ji bo pêşkêşkirina alîkariyan derbasî kampê nebûne."

Rêveberiya kampê hewl dide ruxmî kêmderfetan kêmtirîn pêdiviyên jiyanê ji zêdetirî 100 malbatan re peyda bike. Di kampê de 110 kon li ser firehiya qada 4 hektar belav bûne. Xizmetên ku di kampê tên pêşkêşkirin di çarçoveya jeneratorek, çendek ji depoyên avê ku Şaredariya Gel a Şehbayê bi ava vexwarinê tijî dike û hejmarek ji paketên xwarinê ku Heyva Sor a Kurd mehê 2 caran belav dike.

Lê kamp ji ber tunebûna noqteyek tenduristiyê û kêmbûna madeyên xwarinê û bi taybet şîrên zarokan kêmasiyan dikişîne. Malbatên ku li kampê bi cih bûne di peydakirina qûtên zarokan û dermankirina wan de  gelek zehmetiyan dikişînin. Her wiha şêniyên kampê banga alîkariya rêxistinên navneteweyî kir.

(şx/ew)

ANHA