Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şengalê şermezar kirin

Welatiyên bajarê Kobanê êrîşên dewlata Tirk a dagirker li ser xaka Şengalê şermezar kirin û nêrînên xwe der barê êrîşên dagirkeriyê de anîn ziman.

Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şengalê şermezar kirin
17 tebax, 2018   08:00

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê û Şengalê, şêniyên bajarê Kobanê nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kirin ku hêzên dagirker hewl didin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin û her wiha bang li hêzên navdewletî kir ku li hemberî van êrîşan bê deng nemînin.

Dayika bi navê Sedîqa Mehmûd êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şengalê şermezar kirin û wiha got: "Sedema ku Erdogan êrîşî me dike çi ye, mafê xwe tune ye êrîşên xwe li ser kurdan pêk bîne, beriya demekê êrîşî Efrînê kir û niha jî êrîşî Şengalê dike. Ji ber ku Erdogan bi xwe DAIŞ`ê lê em tu carî dev ji welatê xwe bernadin û em ê li her derê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Her wiha welatiyê bi navê Hikmet Mihemed der barê mijarê de axivî û wiha got: "Çi qas dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Kurdan pêk bîne ew qas dê hêza me zêde bibe û em tu carî rêya berxwedanê bernadin û dawiya Erdogan hatiye.ʺ

Welatiya bi navê Xalid Hemû jî helwesta xwe wiha nîşan da: "Em gelê bi fikr û felsefeya rêberê gelan Abdulah Ocalan in, em ê dawiya Erdogan bînin û dewleta Tirk pêşeroja xwe tune ye. Em ê di Şengalê de dawiya dewleta Tirk bînin. Em dev ji Şengalê bernadin, her çar parçeyên Kurdistanê li pişt wê ne û em ê li ber xwe bidin heta ku em li ser rûyê erdê hene û wê serkeftin a Şengalê be".

Welatiyan di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navdewletî kir ku divê li hemberî dagirkeriya Tirk a li ser gelê Kurd bê deng nemînin.

ANHA