'Divê hemû alî tev li avakirina Sûriyeya nenavendî bibin'

Endamê rêveber ê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Herêma Cizîrê Salih El-Zewbe tekez kir ku sîstema nenavendî serkeftîtirîn rêbaza desthilatê ji bo bidawîkrina aloziya Sûriyeyê ye.

'Divê hemû alî tev li avakirina Sûriyeya nenavendî bibin'
17 tebax, 2018   07:59

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Endamê rêveber ê Partiya Sûriyeya Pêşerojê yê kantona Cizîrê Salih El-Zewba diyar kir ku Sûriyeyeke pirreng û nenavendî armanca partiyê ye û ji bo pêkanîna armancan ew dixebitin. Her wiha ew bûn armancên hevdîtinên MSD'ê bi rêjîmê re.

Di hevpeyvîneke bi ajansa me re endamê rêveber ê Partiya Sûriyeya Pêşerojê girîngiya hevdîtinên MSD'ê bi rêjîmê re vegot.

Di destpêka axaftina xwe de El-Zewba wiha got: "Hemû herêmên Sûriyeyê rastî êrîşên terorê hatine. Ji ola îslamê bihaneyek ji bo armancên xwe yên nemirovî û berjewendiyên xwe li ser hesabê Şoreşa Sûriyeyê û gelê wê bi cih bînin, bi kar anîn."

El-Zewba diyar kir ku ew wek Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo danûstandinê bi hemû aliyan re ji bo xelasiya aloziya Sûriyeyê amade ne û wiha pê de çû: “Şande ji serokê partiya me ya ku nûnertiya hemû gelên Sûriyeyê dike, pêk hat. Armanca bingehîn ji van danûstandinan çareseriya aloziya Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyek pirreng û nenavendî ye.” 

El-Zewba bang li hemû aliyên şerê Sûriyeyê kir ku armancên xwe di çareseriya aloziya Sûriyeyê de bikin yek. Kongreyek an jî diyalogek niştîmanî Sûrî-Sûrî, dûrî mudaxeleyên derve li dar bixin û rewşên gelê Sûriyeyê nîqaş bikin.

Her wiha El-Zewba di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ji girîngtirîn miijarên ku di hevdîtinên li Şamê hatine nîqaşkirin de, warê xedemî ji bo hêsankirina kar û barên welatiyên bêyî ku vegerin navenda bingehîn li Şamê, bû.

Her wiha El-Zewba girîngiya komîteyên ku dê werin avakirin, destnîşan kir û wiha got: "Ev komîte rêya çareseriyan di navbera MSD'ê û rêjîmê de ne. Li ser wê hîmê dê çarenûsa gelê herêmê bê diyarkirin. Divê vîna gel di ber çavan re derbas bibe."

Di dawiya axaftina xwe de El-Zeba hêvî kir ku ev hevdîtin berhemdar bin û ji bo pêkanîna aştî û azadiya gelên Sûriyeyê, divê hemû alî beşdar bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Armanca partiya me avakirina Sûriyeyeke pirreng û nenavendî ye. Ev sembola ku em di bin ala wê de û ji bo pêkanîna vê armancê bi hemû keda xwe dixebitin û her wiha armanca me nenavendîtî ye ji bo hêsankirina kar û barên welatiyan."

(şx/ew)

ANHA