18 hezar lître mazot li cotkarên Reqayê hate belavkirin

Şaredariya Gel a Keramê ya girêdayî gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê xwesteka cotkaran ji bo ku madeya mazotê ji wan re peyda bikin, pêk anî. Ji ber ku piraniya cotkarên wê derê zeviyên xwe bi rêya bîran av didin, rêjeya ava çemê Firatê daketiye.

18 hezar lître mazot li cotkarên Reqayê hate belavkirin
18 hezar lître mazot li cotkarên Reqayê hate belavkirin
18 hezar lître mazot li cotkarên Reqayê hate belavkirin
18 hezar lître mazot li cotkarên Reqayê hate belavkirin
18 hezar lître mazot li cotkarên Reqayê hate belavkirin
16 tebax, 2018   08:45

REQA

Bi destpêkirina mewsimê çandiniya demsala havînê (garis, sebze û pembo) û bilindbûna pileyên germahiyê cotkaran bang li şaredariyê kir da ku madeya mazotê ji wan re peyda bikin, ji ber ku rêjeya ava çemê Firatê kêm bûye û cotkar bi rêya bîran zeviyên xwe av didin.

Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a El-Keramê li ser xwesteke cotkaran 18 hezar lître mazot bi rêya komîteyên çandiniyê yên di nava komînan de li cotkaran belav kir.

Hevserokê Meclisa Gel a rojhilatê El-Keramê Abdullah El-Wehîd diyar kir ku ev cara 3`yemîn e ku mazotê belav dikin, vê carê jî 18 hezar lître belav kirin û her wiha ji her donimî re 3 lître mazot didin û her lîtreyek mazot bi 55 lîreyên Sûriyeyê tê firotin.

Cotkarê bi navê Hisên El-Casim got miqdarê mazotê ku li wan tê belavkirin têrê nake, ji ber ku pileyên germahiyê zêde ne û pêwîstiya axê bi avê heye. Hisên diyar kir ku wî 180 lître mazot bi buhayê 55 lîreyên Sûriyeyê girtiye. Hisên xwest ku mazot û semadê ji cotkaran re werin peydakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku li sûkê her lîtreyek mazot bi 100 lîtreyên Sûriyeyê tê firotin.

(bx/ew)

ANHA