‘Bi pêşengiya jinan dê civaka azad bi ser bikeve’

Mêvanên ku tev li 7’emîn kongreya Kongreya Star bûn, da zanîn ku dê pêşengiya jinên rojavayê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê bidome û dê li dijî dagirkerî û sîstema baviksalar bibe rihê tolhildanê.

‘Bi pêşengiya jinan dê civaka azad bi ser bikeve’
16 tebax, 2018   08:36

QAMIŞLO

7’emîn kongreya Kongreya Star bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan civakî bikin” li bajarê Rimêlan bi tevlêbûna 700 delegeyan dest pê kir. Jin bi cilên folklorîk tev li kongreyê bûn. Kongre bi zimanê kurdî û erebî hat birêvebirin. Her wiha pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Êzîdî, Aşûrî, Ermenî, Tirkmen di kongreyê de amade bûn.

Di nav mêvanên amade de şandeya başûrê Kurdistanê, şandeya Şamê, şandeya Ewropayê, partiyên siyasî, endamên YPJ’ê, endamên Asayîşa Jin, endamên MSD’ê yên jin cih girt.

Li Rojava jinên hemû pêkhateyan li dijî sîstema baviksalar dest dane hev

Li ser navê şandeya başûrê Kurdistanê endama Komaleyên Jinên Kurdistan (KJK) Besê Erzîncan axivî. Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mêvanên amade silav kirin û wiha got: “Li Rojhilata Navîn krîza mirovahiyê heye. Sîstema baviksalar li dijî jinan êrîşeke mezin dike. Têkoşîna me ji bo civakê pir girîng e. Sîstema kapîtalîzmê li dijî jin û civakê hemû êrîşên xwe yên hovanê dimeşîne. Li Rojavayê Kurdistanê li dijî sîstema kapîtalîst ji hemû pêkhateyên jin dest dane hev û li dijî sîstema baviksalar şer dikin. Ne tenê li hemberî dagirkeriyê, li hemberî destdirêjiya li ser jinan jî em şer dikin. Sîstema me ya nû jiyaneke birûmet dê bide avakirin. Kongreya Star di berxwedana serdemî de roleke stratejîk lîst. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk bûne mertalên zindî. Li ser vî esasî bi pêşengiya jinan em civaka azad bi ser bixin.”

Pêşengiya jinan we Kurdistanê de bidome

Li ser navê Tevgera Jinên Êzîdî (TJÊ) Nehla Yûsif wiha axivî: “Jin bûne xwedî îrade û kes nikare tevgera jinan bi bin bixe. Têkoşîna jinan hemû êrîşan wê têk bibe. Rewşa Şengalê û Rêbertî wekî hev e. Em wekî jin bersiva wan êrîşan û tecrîdê bidin. Wekî sembola berxwedanê şehîd Awesta Xabûr çawa di dilê dijminde xwe teqand û bû bersiv îro jî em li ser şopa wan dimeşin.  Heya niha jinên êzîdî tê firotin lê em berxwe didin û dibejin êdî em qabûl nakin. Şoreşa Rojava ya Kurdistanê de jin pêşeng bû. Li çar parçeyên Kurdistanê ew pêşengî wê berdewam bike.”

Erdogan sîyaseta xizmeta gelan nake

Endama tevgera Goran Saza Ebdilah jî axivî û ev tişt bi lêv kirin: “Têkoşîna jinên rojavayê Kurdistanê hêzeke mezin dide Rojhilata Navîn. Li her çar parçeyên Kurdistanê li ser jin û civakê êrîş hene. Li başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane dide meşandin. Pêşengiya Kurdan nayê qabûlkirin û li Qendîlê êrîş dikin. Erdogan siyaseta xizmeta gelan nake. Krîza başûrê Kurdistanê roj bi roj kûr dibe. Sedema krîza başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk û sîstema heyî ye. Li dijî hemû êrîşên li ser Kurdistanê hêza jinan dê êrîşan bin bixe. Xebatên jinan civakê bi pêş dixin.”

ANHA