Ebû Erac: Hevpeymanên herêmên kêmpevçûn ji bo parastina deverên rêjîmê bûn

Cîgirê Fermandariya Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan (Ebû Erac) got: "Ez guman dikim ku rêjîm dê êrîşên xwe yên ezmanî demeke dirêj li Idlibê pêk bîne heya herêmê biwestîne û hejmareke mezin ji sivîlan derxe, beriya ku dest bi şerê bejayî bike."

Ebû Erac: Hevpeymanên herêmên kêmpevçûn ji bo parastina deverên rêjîmê bûn
16 tebax, 2018   07:14

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Mijara Idlibê di rojevê de ye. Hêzên rêjîmê di demên dawîn de êrîşên xwe li ser vê herêmê zêde kirin. Di encmê de bi dehan sivîl bûn qurbanî. Der barê dosyaya Idlibê û aliyên wê yên siyasî û meydanî de wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê me hevpeyvînek bi cîgirê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan (Ehmed Ebû Erac) re çêkir.

- Di van demên dawîn de çeteyan bi sedan kesên ku banga lihevhatina bi rêjîma Sûriyeyê re dikirin girtin. Gelo ev gav nîşan dide ku şerekî xwîndar li Idlibê rû bide? Çete dikarin li hemberî êrîşên rêjîmê li ber xwe bidin?

Piştî şer û pevçûnên di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û aliyê ku xwe wek Eniya Niştimanî ya Rizgariyê bi nav dike de ku çend mehan dom kir û di encamê de bi sedan kes ji her du aliyan hatin kuştin, îro em dibînin ku hevkariya hev dikin û odeyeke çalakiyan a hevbeş bi sponseriya Tirkiyeyê ava kirine û îdia dikin ku dê Idlibê ji şaneyên DAIŞ'ê û kesên propagandeya lihevhatina bi rêjîmê re dikin, paqij bikin. Lê di rastiyê de ev ne karê odeya çalakiyan e, tevî ku Eniya Nıştimanî û Heyet El-Tehrîr bi ser gelek deverên bajarê Idlibê û gundewarê wê ve çûn û gelek kes girtin ku tu girêdana wan bi DAIŞ'ê û rêjîmê re tune bû. Ev planeke qirêj a Heyet Tehrîr El-Şam e û Eniya Niştimanî ya Rizgariyê dê bibe qurbanê vê planê. Kesên hatine girtin rûspiyên herêmê û şêxên eşîran in. Ev gav jî ji bo zextê li welatiyên herêmê bikin da ku karibin bixin bin serweriya xwe û giştî devera rojhilatê bajarokê Miharêt El-Numan û başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê bixin bin serweriya xwe.

- Gelo çarenûsa 2.5 milyon sivîlên ku ji herêmên Xota, Humis û Deraayê hatine çi ye, nemaze welatiyên parêzgeha Idlibê piştî van êrîşên rêjîma Sûriyeyê? Gelo rewşa Idlibê niha çi ye?

Parêzgeha Idlibê niha di tevliheviyê de ye. Piştî ku malbatên çeteyan ji Deraa, Xota û gelek herêmên din hatin derxistin û di Idlibê de hatin komkirin, rewşa Idlibê xirabtir bû. Rojane çalakiyên kuştinê û teqîn li Idlibê pêk tên. Êrîşên rêjîmê bi bermîlên bombekirî û teqemeniyan beriya çend rojan li dijî bajarê Xan Şêxûn rewş kambaxtir kir. Navçeya Orm El-Kubra  jî rastî êrîşên ezmanî hat û di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin. Ji ber van topbaran û bombebaranê bi hezaran welatiyên vê herêmê ber bi bajarê Idlibê û bajarê Sermeda ve koçber bûn. Lê li bajarê Sermeda jî di encama teqandina embareke cebilxaneyê ya Cebhet El-Nusra de 67 sivîl hatin kuştin.

-  Gumana destpêkirina rêjîmê ya hemleyeke leşkerî li Idlibê heye? Eger dest pê bike dê çi encaman bi xwe re bîne?

Bi nêrîna min hêzên rêjîmê di demeke nêzîk de hemleyeke leşkerî ya bejahî li Idlibê pêk nayne. Nemaze ji ber ku xalên çavdêriya Tirkiyeyê li vê parêzgehê hatine avakirin. Lê ez guman dikim ku êrîşên ezmanî li dijî parêzgeha Idlibê berdewam bikin da ku rêjîm deverên xwe yên li gundewarên başûr, rojhilat û rojavayê Idlibê biparêze. Her wiha rêjîm hewl dide herêmê ji sivîlan vala bike. Rêxistina OCHA ya Neteweyên Yekbûyî ya karûbarên mirovahî di konferansekê de bang li hemû rêxistinan kir ku alîkariya rêxistina AFAD a rewşên awarte bikin û ji bo tedbîrên pêwîst ên gumana destpêkirina hemleyeke leşkerî li Idlbliê bigirin, 250 milyon dolar jê re veqetand da ku kampekê li kantona Efrînê ava bikin û tê de nêzî nîv milyon sivîl bêne bicihkirin.

- Gelo rastiya gotegotên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dê li rex hêzên rêjîmê beşdarî şerê rizgarkirina Idlibê û Bakurê Sûriyeyê bibin çi ye?

Di van demên dawîn de hin gotegot hatin belavkirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dê beşdarî şerê rizgarkirina Idlibê bibin. Lê heta niha tu rastiya şandina şervanên QSD'ê li Helebê yan Idlibê tune ye. Lê dibe ku QSD wek hêzeke parastina sivîlên Idlibê di bin sîwana ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî de beşdar bibe.

ANHA