Tehemûlî hovîtiya dagirkeran nekir û xwe gihand Şehbayê

Roj bi roj hovîtiya dewleta dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê zêde dibe. Şêniyên Efrînê nema dikarin vê rewşê tehemûl bikin û ji ber wê ji Efrîn direvin û berê xwe didin Şehbayê.

Tehemûlî hovîtiya dagirkeran nekir û xwe gihand Şehbayê
16 tebax, 2018   06:46

CAFER CAFO - ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Ji destpêka dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê li ser kantona Efrînê, gelek kirinên dijmirovî ji kuştin, dizî, talankirin, revandin, şewitandina zeviyan û gelek binpêkirinên mafên mirovan li ser şêniyên Efrînê pêk tînin. Şêniyên Efrînê ku niha li wir dimînin, êdî rûmeta wan dest nade ku di nav teror û binpêkirinan de bijîn. Ji ber wê malbat ji Efrînê derdikevin û berê xwe didin herêmên Şehbayê.

Welatiyê ji Efrînê bi navê L.F. serpêhatiya jiyan û derketina xwe ji Efrînê ji ajansa me re parve kir.

L.F. (50) beriya 3 rojan gihaştibû Kampa Serdemê û wiha got: "Di encama êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê de em ji Efrînê derketin û li herêmên Şehbayê bi cih bûn. Em li Şehbayê nêzî mehek û nîv man, lê piştî wê bi sedema girêdana bi axê re û me ji îdiayên dewleta Tirk ên ku li ser amûrên medyaya civakî belav bûne û digotin bajar veguheriye bihûştê, em vegeriyan Efrînê."

L.F. wiha domand: "Piştî vegerê tiştên ku me dîtine me texmîn nedikir. Efrîn talan û wêran bûye. Hemû mal û dikan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve hatine dizîn. Dema ez gihaştim mala xwe jenerator û traktora min hatibûn dizîn. Îdiayên ku dibêjin Efrîn ji berê baştir bûye derew in. A rast jiyan li Efrînê piştî dagirkirinê veguheriye dojehê."

L.F. destnîşan kir ku dewleta dagirker a Tirk pêkanînên ku nayên tehemûlkirin li ser şêniyan ferz dikin. Nahêlin şênî bê destûr biçin zeviyên xwe û hin caran bê sedem jî destûrê nadin û wiha pê de çû: "Dema mirovek bixwaze serlêdana xizmên xwe li gundên derdorê bike ew jî destûr dixwaze. Dewleta dagirker a Tirk qanûnên dijmirovî li ser şêniyên Efrînê ferz dike."

L.F. bi bîr xist ku artêşa Tirk û çeteyên wê gelek caran bi ser mala wî de girtine û carekê jî pereyên wan dizîne. L.F tekez kir ku wî nikarî ji jiyana dojehê tehemûl bike. Ji ber wê biryara derketina ji Efrînê da û wiha got: "Ji bo ku em li Şehbayê bi şêniyên herêmê xwe re heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin û jiyaneke birûmet bijîn, em ji Efrînê derketin û piştî rêwitiya 2 rojan ez û hevjîna xwe gihaştin Şehbayê û niha li gel kurê xwe di Kampa Serdemê de dijîn."

Di dawiyê de L.F. bang li şêniyan kir ku bi îdiayên dewleta Tirk nexapin. Lê belê li herêmê bimînin û heta rizgarkirina Efrînê ji terorê li ber xwe bidin.

(şx)

ANHA