Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû

Pîrozbahiya salvegera duyamîn a rizgarkirina Minbicê bi çalakiyên hunerî bi dawî bû.

Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Minbicê bi coş bi dawî bû
15 tebax, 2018   18:51

MINIBC

Pîrozbahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê bi tevlêbûna bi hezaran şêniyan û şandeyên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê li qada dibistana Xesaniya hate lidarxistin.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Em destkeftiyên şehîdan biparêzin

Di pîrozbahiyê de, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û ev tişt anî ziman: "Di vê roja dîrokî de, roja serkeftina xêr li  hemberî tarîtî û şer. Roja ku ken li ser rûyê zarokan vegeriya. Roja ku gelê Minbicê derbasî pêvajoyeke dîrokî bû, pêvajoya azadî û xwe rêveberinê bajarê Minbicê azad bû."

Hesen di nava axaftina xwe de îşaret bi gelê Minbicê kir û got, "We ji cîhanê re îsbat kir û we got: Em gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhat, ol û mezhebin xwe yek in û li hemberî her xeteriyan bi hev re têkoşînê dikin. Wê ji dostên xwe re beriya dijminan re got binerin çawa me Minbic ji hêzên tarî rizgar kir. Vaye em jî di vê mîhrecanê û roja dîrokî de mizgîniyên didin we ku em ne tenê rizgar dikin û diparêzin, di  heman demê de em yekitiya hemû pêkhateyan diparêzin. Me gavên baş ber bi ewlehiyê û avakirinê û tevgera çandî û bazirgahiyê ve avêtin. Êdî Minbic veguheriya navendeke çandî û aborî. Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Meclisa Leşkerî ji tevahî Sûriyeyê re bû mînak. Wekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê em bi we serbilind in û tekez dikin ku em ê layîqê xwîna şehîdan û gelê xwe bin."

Ebid El-Mihbaş: Payebûna Tirkiyê berdewam nake û Efrînê wê rizgar bike.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Ebid El-Mihbaş jî di pîrozbahiyê de axivî û got: "Rêveberiyên me yên sivîl bi ser ketin. Minbic bi xweşikbûn û pirrengiya xwe salvegera rizgarkirinê pîroz dike. Divê em ji bîr nekin ku sîwana me MSD‘ê dara dayînê ye û dê piştgiya xwe siyasî û madî û manewî bi rêveberan re bi domîne. Em ji gelê xwe yê Efrînê re dibêjin ku serkeftin nêzî bûye û payebûna Tirkiyê berdewam neke û dê Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û ne navendî ava bibe."

Seroka Meclisa Jin a Minbic û gundewarên Meha El-Elî salvegera rizgarkirina Minbic pîroz kir û banga parastina destkftiyên şehîdan kir.

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Bekir Cerada jî got: "Minbic ji ber xwedî liderketina li fikirê netewa demokratîk li Sûriyê û Rojhilata Navîn bûye mînak û dê bibe ronahiya riya Sûriyan  a ber bi Sûriyeya demokratîk ve."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî hemû cangoriyên azadiyê ku bi saya wan Minbic azad bû bi bîr anî û şîfa lezgîn ji birîndaran re xwest û azadî ji girtiyan re xwest.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wî Farûq El-Maşî jî ev tişt got,: Di dema ku li vir pîrozbahiya lê lidarxistin de, AKP‘ê Şengal bombebaran dike, îro dîsa rûyê xwe yê rast aşkere dike."

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid: Rêveberiya Xweser heqîqeta îradeya gelê azadîxwaz e. Em xwediyê aşîtiyê ne, mafê me yê rawaya ku em parastina xwe bikin. Wekî din em spasiya Koalîsyonê dikin û ji cîhanê re dibêjin ku tiştekî kesî gel me nine, ji ber ku me parastina tevahî cîhanê kir."

Bi navê ciwanên Minbicê Esma Remo: Minbic bi xwîna ciwanên wê rizgar bû û mozayîka civakî ya pirreng nîşan dide, rola ciwanan di avakirina Minbicê de girîng bû.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê hejmareke sazî, şandeyên, "Herêma Cizîrê, Kobanê, Girê Spî, Dêrazor, Tebqa, Reqa, Eyn Îsa, Qamişlo, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hindrîn, ragihandin û Mala Birîndaran" xelat kirin.

Komên erebî, tirkumanî, çerkesî, kurdî daketin starn û tabloyên dîlanan pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA