Li Dêrazorê navenda meclisa gundê El-Hermûşiya hate vekirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê rêze çalakiyên birêxistinkirina şêniyan didomîne. Di vê çarçoveyê de, navenda Meclisa gundê El-Hermûşiyê bi navê Ş.Yasîn Taha El-Hac bi merasîmekê vekir.

Li Dêrazorê navenda meclisa gundê El-Hermûşiya hate vekirin
Li Dêrazorê navenda meclisa gundê El-Hermûşiya hate vekirin
Li Dêrazorê navenda meclisa gundê El-Hermûşiya hate vekirin
Li Dêrazorê navenda meclisa gundê El-Hermûşiya hate vekirin
15 tebax, 2018   14:13

DÊRAZOR

Piştî ku QSD'ê qadên berfireh ên gundewarên Dêrazorê yên rojava û rojhilat. Şêniyên herêmê xwe di nava meclisên herêmî de bi rêxistin kirin.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê, bi armanca vekirina navenda meclisa gudnê El-Hermûşiyê bi navê Ş.Yasîn Taha El-Hac merasîmek li dar xist.

Hevserokê Meclisa Şaredariyan a Dêrazorê Salih El-Elî, endamê rêveber ê meclisên herêmî Mihemed El-Şemrî, hin fermandarên QSD'ê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi sedan şêniyên gund beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Hevserokên Meclisa Gel ên El-Hermûşiyê Mehmûd El-Ibrahîm û Emîra El-Xelef bi xêrhatina beşdaran kirin û vekirina navendê li wan pîroz kirin. Her wiha destnîşan kirin ku hemû destkeftiyên hatine bi dest xistin bi saya fedekariya şehîdan in.

Endama Mala Jin a Dêrazorê Zehra El-Salih jî axivî û vekirina navendê li şêniyên gund pîroz kir û girîngiya birêxistinkirina civakê û seknandina li hember hemû astengî û zehmetiyên ku rastî wan tên destnîşan kir.

Her wiha endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk ê Dêrazorê Mihemed Îno axivî û diyar kir ku vekirina navendê ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyên gund gaveke girîng e.

Piştî axaftinan, navend ji aliyê hevjîna şehîd Yasîn Taha El-Hac Fatme El-Awad di nav tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyan hate vekirin.

Şehîd Yasîn Taha El-Hac şevanekî QSD'ê bû. Di pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina gundewarên rojava û rojhilat ji çeteyên DAIŞ'ê şehîd bû.

(şx)

ANHA