Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê dest pê kir

Li Minbicê pîrozbahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê bi dirûşmeya "15‘ê Tebaxê ronahiya Minbica Azad e" dest pê kir.

Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê dest pê kir
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê dest pê kir
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê dest pê kir
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê dest pê kir
15 tebax, 2018   13:59

MINBIC

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajarê Minbicê (Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkumen) çalakiyên pîrozbahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê li qada dibistana Xesaniya dest pê kir.

Cihê pîrobahiyê bi al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyeyê, pankartên "Çîroka Minbicê bi destê zarên wê dest pê kir û bi xwîna şehîdan di 15‘ê Tebaxê de bi ser ket, Minbic perdeya tarî rakir û riya jiyanê ronî kir, Minbic di salvegera duyemîn a rizgarkirinê de tekez dike ku bi îradeya serkeftinê re pêşketin berdewam e, Minbic dîroka dewleta Osmanî qebûl nake" hatiye xemilnadin. Her wiha lên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Jin a Minbicê, Hêzên Erka Xweparastinê, Ciwanên Minbicê û Komeleya Tirkumanî hatibûn daliqandin.

Şande ji herêma Firatê, Tebqa, Reqa, Dêrazorê û herêma Firatê beşdarî şahiyê bûn.

Tevlêbûna şêx û rûspiyan ji bo şahiyê balkêş e.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dayikên şehîdan kevokên Spî firandin û turaneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin.

Li gorî bernameya şahiyê di axaftin werin kirin û çalakiyên hunerî werin pêşkêşkirin.

ANHA