Li Reqayê berhema garis telef dibe

Şêniyên Reqayê li qadên berfireh garis çandiye. Lê ji ber belavbûna kurmikan hilberîn gelek ziyanê dibîne. Her wiha ji ber tunebûna dermanên kurmikan ên pêwîst û rewşa hewayê ev diyarde zêde bûye.

Li Reqayê berhema garis telef dibe
Li Reqayê berhema garis telef dibe
Li Reqayê berhema garis telef dibe
15 tebax, 2018   07:55

EHMED EL-ESAF / REQA

Garis li rojhilatê gundewarên Reqayê yek ji berhemên girîng e ku şêniyên herêmê debara xwe pê pêk tînin. Çandina garis piştî pembo û genim di rêza 3'yan de ye.

Garis di meha tîrmehê de piştî berhevkirina genim tê çandin. Ji bo zêdekirina berhem pêwîstiya wê bi av û semadên çandiniyê heye. Berhema her donimekî li herêmê digihîje 600 kg heta tonekî. Her kîloyek bi buhayê 80 heta 130 lîreyên Sûriyeyê ye. Qada ku li gundewarên rojhilatê Reqayê bi garis hatiye çandin, 50 hezar donim e.

Piştî belavbûna kurmikan û nexweşiyên çandiniyê di nav berhema garis de, hilberînê gelekî ziyan dît. Cotkarê bi navê Ismaîl wiha got: "Ji ber belavbûna kurmikan bi temamî berhema pembo xirab bû, me hêviyên xwe ji berhemê qut kirin. Îro eynî kurmik di nav garis de belav bûne. Em çi qas derman dikin lê ji ber telefbûnê sûd jê nayê wergirtin. Niha lêçûna dermankirina her hektarekî bûye 15 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Serokê Komîteya Çandiniyê ya bajarokê El-Himêrat Îsa Hemdî diyar kir ku sedema belavbûna kurmikan ew e ku nehatina pêlên qeşayê di zivistanê de. Ev pêl ji sedî 90 ji hêk û kurmikên biçûk dikoje.

Her wiha El-Hemdî destnîşan kir ku ji ber tunebûna dermanên çandiniyê yên bi kalîte û eger hebin jî çavdêrka wan ji Tirkiyeyê ne baş e û nayên bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye ku nêzî ji sedî 95 ji şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sawalan dikin.

(şx/ew)

ANHA