Dayika Êzidî çîroka êşa xwe dibêje

Dayika Êzidî ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin, çîroka xwe vegot. Dayik dibêje ku ew tu carî zilm û zora ku dît ji bîr nake û ew bi saya şervanên YPJ`ê hate rizgarkirin.

Dayika Êzidî çîroka êşa xwe dibêje
Dayika Êzidî çîroka êşa xwe dibêje
15 tebax, 2018   07:55

SILAVA ABULLREHMAN – EMÎNA EL-ElÎ / QAMIŞLO

Çeteyên DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de piştî ku pêşmergeyên PDK`ê ji Şengalê reviyan û şênî bi tenê hiştin, çeteyan êrîşî wê derê kir. Civaka Êzidî li wê derê rastî komkujiyê hat, bi sedan jin û zarok hatin revandin û di sûkan de hatin firotin.

Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) her herêmeke ku ji çeteyan rizgar dikin bi xwe re jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyan di êrîşên li ser Şengalê ve hatine revandin, rizgar dikin. Vê carê dayika bi navê Xezala Elî Qolo ya ku tevî hevjînê xwe Hisên Xidir Şemo û 4 zarokên xwe (Daliya, Hebîb, Elî û Ûsama) yên ku temenê wan ji 4 heta 9 ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, hatin rizgarkirin.

Xezala ku ji zilm û zora 4 salan rizgar bû, tevî hevser û zarokên xwe ji gundê Solax hatin revandin û ber bi sûkeke li Şengalê ve hatin birin û ji wê derê ber bi bajarê Til Eferê ve birin û her yek ji wan birin dibistanekê. Paşê ew xistin girtîgeha Badoc û du hefteyan li wê derê ma. Di wan her du hefteyan de glek êş dît. Çeteyên DAIŞ`ê ava qirêj û xwarina dem derbasûyî dida wê. Pitşî wê jin û mêr ji hev hatin cudakirin. Dayika Xezalaa dibêje ku ew heta niha tu tiştî li ser hevserê xwe nizane.

Li sûka Reqayê hate firotin û derbasî îslamê kirin

Piştî ku jin û mêr ji hev hatin cudakirin dayika Xezalaa tevî zarokên xwe ber bi bajarê Reqayê ve hatin şandin da ku li wê derê di sûka koleyan de ji aliyê çeteyê bi navê Abdullrehman ve yê ji Sûriyê ye werin firotin. Dayika Xezala dibêje ku di wê demê de gelek êş kişand ji ber ku wî çeteyê bi dar û kabloyên kehreba lê dide û li pêşiya çavê zarokên wê ji re digot tu gawir î.

Piştî du mehan çeteyê bi navê Ebdullah ew di sûka koleyan de firot gelek çeteyan herî dawî jî ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Xalid ê ji Tûnisê ye hate kirîn. Çeteyê bi navê Ebû Xalid ew bi darê zorê hişt ku misilman bibe. Dayika Xezalaa derbarî vê yekê de ev tişt bilêv kir,"Ez neçar mam ku musilman bibim ji ber ku ez li ser zarokên xwe ditirsiyam. Ji ber ku çeteyê bi navê Ebû Xalid ê ku li Dêrazorê hate kuştin, dema ku mayin bi cih dikirin, ji min re digot heger tu xwestekên me bi cih neynî ez ê zarokên te bikujim."

Ew birin odeya mêvanan û hewildanên wê yên revandinê

Dayika Xezala destnîşan kir ku piştî çeteyê bi navê Ebû Xalid hate kuştin ew birin odeya mêvanan. Li wê derê bi sedan jinên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin û yên ku hevserên wan hatibûn kuştin li wê derê bûn. Dayika Xezalaa dibêje ku odeya mêvanan mîna sûka koleyan bû. Li wê derê jin dihatin firton. Dayikê gelek caran xwest ku ji wê derê bireve lê hewldanên wê vala derdiketin ji ber ku çeteyan ew didîtin.

Piştî ku bajarê Reqayê û gelek herêmên Bakurê Sûriyê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin, dayika Xezala tevî her çar zarokên xwe ber bi Dêrazorê ve hatin şandin. Şervanên QSD`ê dayika Xezala û zarokên wê ji gundê Sûs ê gundewarên Dêrazorê rizgar kirin.

Dayika Xezala di dawiya axaftina xwe de spasiya şervanên QSD`ê û YPJ`ê yên ku ew ji zilm û zorê rizgar kirin, kir.

Şervanên YPJ`ê dayika bi navê Xezala Elî Qol radestî Desteya Jinan a kantona Qamişlo kir da ku ew jî di rêya xwe re wê radestî malbata wê li Şengalê bike.

(bx)

ANHA