Tirbespiyê û amadekariyên çandina sebzeyên payîzê

Piştî bidawîkirina çandina mewsima havînê, cotkarên navçeya Tirbespiyê amadekariyên çandina sebzeyên payîzê dikin. Her wiha bang li saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin ku cureyên baş ji dermanên li dijî nexweşî û kurmikên bizirar ji wan re peyda bikin.

Tirbespiyê û amadekariyên çandina sebzeyên payîzê
Tirbespiyê û amadekariyên çandina sebzeyên payîzê
Tirbespiyê û amadekariyên çandina sebzeyên payîzê
Tirbespiyê û amadekariyên çandina sebzeyên payîzê
Tirbespiyê û amadekariyên çandina sebzeyên payîzê
15 tebax, 2018   07:33

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Di nav çend salên dawîn de, çandiniya sebzeyan li navçeya Tirbespiyê geş bûye. Şêniyên navçeyê debara xwe bi çandiniyê dikin. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Cizîrê projeyên çandiniyê palpişt kirin û semad, derman û sotemenî ji cotkaran re peyda kirin. Zeviyên Tirbespiyê ji çandina sebzeyan re guncaw in.

Cotkarên navçeyê di 3 demsalên salê de zeviyên xwe diçînin. Di destpêka mewsimê de sebzeyên di hingaran de diçînin. Piştre sebzeyên havînê û dûre sebzeyên payîzê diçînin.

Niha cotkarên navçeyê ji bo çandina sebzeyên payîzê wekî xiyar, bacanên reş, pîvaz, kelem û bextenûs amadekariyan dikin. Her wiha şênî ji bo demsala zivistanê van sebzeyan depo dikin. Qada ku bi sebzeyên payîzê tê çandin li navçeya Tirbespiyê 8 hezar û 290 donim e. Bi rêya avdana çilpik-çilpik, avdana normal û rêya rezan tên avdan.

Girêdayî mijara pêşketina çandiniyê li navçeyê cotkarê bi navê Şahîn Mûsa diyar kir ku çandiniya sebzeyan li navçeyê roj bi roj geş dibe. Niha wan pêngava xwetêrkirinê derbas kirine. Di du salên borî de cotkarên navçeyê berhemên sebzeyan ên navçeyê derxistin bajar û herêmên din li Bakurê Sûriyeyê.

Her wiha Mûsa destnîşan kir ku çandiniya sebzeya li navçeyê piştî eleqedariya cotkar û aliyên têkildar geş bûye.

Di dawiyê de Şahîn Mûsa ji saziyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwest ku ji wan re dermanên li dijî nexweşî û kurmikên bizirar peyda bikin.

(şx)

ANHA