Di rojnameyên erebî de rojeva îro

Der barê mijara Idlibê de daxuyaniyên Tirkiye û Rûsyayê nakok in, piştî ku li Enqereyê li hev civiyan, guman e Tirkiye bi daxwaza Rûsyayê razî bibe. Îranê jî ragihand ku Ebadî şansên xwe yên wîlayeteke nû ji ber helwesta wî ya li hemberî cezayên Amerîkayê bi dawî kirine. Çarçoveya tevgera Erdogan jî piştî ku Kuwêtê alîkarî nekir, teng dibe.

Di rojnameyên erebî de rojeva îro
15 tebax, 2018   07:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlibê û cudabûna di navbera helwestên Tirkiye û Rûsyayê de kir. Rojnameyan bal kişand ser berdewama daketina nirxa lîreyê Tirkiyeyê. Kuwêt jî alîkariyê nade Erdogan. Îranê jî ragihand ku Ebadî şansên xwe yên ji bo wîlayeteke nû winda kirine.

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin girêdayî aloziya Sûriyeyê behsa gelek mijaran kir. Yek ji van mijarên girîng rewşa li Idlibê ye. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Idlib mijara sereke ye û wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê di danûstandinan de li hev nekir". Rojnameyê diyar kir ku Tirkiyeyê nerazîbûna xwe li hemberî destwerdaneke leşkerî ji aliyê rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê ve li Idlibê dubare red kir. Rûsyayê jî got ku di hevpeymana herêmên kêmpevçûn de ku Idlib di nava wê de ye, Cebhet El-Nusra û komên wek terorîst bi nav kirine, nagire nava xwe.

Rojnameyê destnîşan kir ku di danûstandinên wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê de Idlib mijara sereke bû û di daxuyaniya çapemeniyê de ya piştî hevdîtinan, diyar bû ku cudabûnek di helwesta her du welatan de heye û wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ji bo her du alî pirsgirêka Idlibê çareser bikin, hêviyên xwe anîn ziman.

Di mijara Idlibê de Tirkiye neçar e bi daxwaza Rûsyayê razî bibe

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha avêt: "Tirkiye xwe ji Rûsyayê re dadixe da ku alîkariya Rûsyayê mîsoger bike û li hemberî Washingtonê derkeve." Rojnameyê diyar kir ku serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov li Enqereyê xwedî girîngiyeke cuda bû, nemaze di demeke de pêk hat ku nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de di asta herî jor de ne. Dezgehên siyasî yên Enqereyê dibînin ku Enqere neçar e serê xwe ji Rûsyayê re di dosyaya Sûriyeyê de bitewîne û bi taybet mijara Idlibê da ku alîkariya Rûsyayê li hemberî Washingtonê wergire. Nemaze piştî ku Erdogan Amerîka tawanbar kir ku derbe li pişta Tirkiyeyê daye û nirxa lîreyê Tirkiyeyê gelekî daketiye.

Rojnameyê da zanîn ku dibe Lavrov lihevkirinekê bi Enqereyê re der barê dosyaya Idlibê de pêk bîne. Rûsya tunekirina Cebhet El-Nusra pêwîst dibîne ku niha serweriya wê li Idlibê ji sedî 60 e.

DAIŞ hewl dide dorpêça li ser xwe li Siwêda bişikîne

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe ya din wiha bi nav kir: "DAIŞ hewl dide dorpêça xwe di navbera Siwêda û çolistana Şamê de bişikîne." Rojnameyê diyar kir ku şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de li aliyên derdora devera Til El-Sefa ya Siwêdayê berdewam in. Birêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdilrehman diyar kir ku çarenûsa rehîneyên ku DAIŞ'ê ji Siwêdayê revandine hê jî ne diyar e û hin agahî belav dibin ku ev rehîne radestî Rûsyayê hatine kirin an jî li ba eşîrên herêmê hatine bicihkirin ku Rûsya danûstandina wan dike. Ebdilrehman diyar kir ku nelihevkirina ji bo veguhestina hezar û 500 endamên DAIŞ'ê ji gundewarên Şamê ber bi gundewarê Humsê ve doza rehîneyan girêkok kiriye."

Ebadî şansê xwe di wîlayeteke nû de bi dawî dike

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îran xwepaşavêtina Ebadî bes nabîne". Rojnameyê diyar kir ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku duh di civîneke çapemeniyê de girêdayî cezayên Amerîkayê li ser Îranê heta astekê ji helwesta xwe paşve vedikişe, ji bo Îranê têrê nake. Tevî ku Ebadî ragihand ku dê tenê danûstandina dolaran bi Îranê re rawestîne, gelek malperên înternêtê êrîşî wî kir ku şansê wî di wîlayeteke nû de bi dawî bûye.

Malpereke nêzî serokê parlemana Îranê Elî Larîcanî di raporeke xwe de ragihand ku Ebadî şansê xwe yê mayîna di paya serokwezîriyê de bi dawî kiriye û got ji ber helwesta Ebadî li hemberî Îranê ku hewldanên Ebadî yên avakirina hikumetê li ber hilweşînê ne.

Girêdayî rewşa Yemenê, rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de ragihand ku parêzgerê parêzgeha Tehiz a Yemenê Emîn Mehmûd ji çalakiyeke kuştinê filitî.

Der barê xebatên avakirina hikumeta Lubnanê de jî rojnameya El-Ereb diyar kir ku hikumeta Lubnanê li hemberî astengiya derengmayînê rû bi rû ye.

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de diyar kir ku Hemas û tabûran li Misrê girêdesta agirbestê û lihevhatinê gotûbêj dikin. Rojnameyê da zanîn ku Tevgera Hemas hewl dide agirbesteke hemdem bi Îsraîlê re pêk bîne, bi hikumeta Filistînê re lihevhatinekê bi navbênkariya Misrê pêk bîne.

Çarçoveya tevgera Erdogan teng dibe û Kuwêt xwe jê diparêze

Girêdayî mijar û aloziya aborî ya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Kuwêt xwe ji hewldanên Erdogan ên çareserkirina aloziya daketina lîreya Tirkiyeyê diparêze". Rojnameyê diyar kir ku Kuwêt li ser rêya Qeterê diçe û xwe ji hewldanên Erdogan ên wergirtina alîkariyeke razemenîkirina derve diparêze.

Rojnameyê diyar kir ku aborînas dibêjin ku girêdana sedema aloziya lîreyê Tirkiyeyê bi nakokiya bi Washingtonê re û hebûna komployekê li ser aboriya Tirkiyeyê mijareke berovajî rewşa li ser erdê ye. Nemaze gelek sedemên din hene û rasterast girêdayî siyaseta aborî ya serokê Tirkiyeyê ye.