Meclisa Qamişlo guhdarî astengî û daxwazên şêniyên Tirbespiyê kir

Meclisa Herêma Qamişlo ji bo guhdarkirin daxwazên şêniyên navçeya Tirbespiyê civînek li dar xit.

Meclisa Qamişlo guhdarî astengî û daxwazên şêniyên Tirbespiyê kir
Meclisa Qamişlo guhdarî astengî û daxwazên şêniyên Tirbespiyê kir
Meclisa Qamişlo guhdarî astengî û daxwazên şêniyên Tirbespiyê kir
13 tebax, 2018   14:46

QAMIŞLO

Bi armanca guhdarkirina daxwaz û naskirina astengiyên ku rastî şêniyên navçeya Tirbespiyê tên, Meclisa Kantona Qamişlo civînek ji endamên meclis, komîn, bajarok û şêniyên navçeyê re li dar xist.

Hevserokê Meclisa Herêma Qamişlo Selman Şêxî û cîgerên hevserokatiya meclisê Nûr Hena û Rondar Salih beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Abdulrehîm Hiso axivî û pêşniyarên maclisa navçeyê vegot. Ji wan pêşniyaran; peydakirina tov ji cotkarên navçeyê re, vekirina noqteyên tendrûstiyê li gundên başûrê navçey û her wiha Heso pêşniyar kir ku endam û hevserokên meclisan tev li dewreyên perwerdeyê bibin.

Di civînê de kêmasiyên meclisa di mehên borî de hatin vegotin û rexnekirin.

Her wiha beşdaranan Komîteya Herêmî ya girêdayî Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê rexne kirin ji ber ku cihê avakirina avahiyan diyar nekirî şênî dema avakirina xaniyan de astengiyan dikşînin, pirsgirka şûnwaran çareser nekir rexne kirin. Her wiha ji ber tunebûna koordîneyê di nav bera saziyên navçeyê de valahî di meşandina xebatan de derdikeve.

(şx)

ANHA